February 08, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Wê destkeftên lûtkeya Bexdayê ji bo Herêma Kurdistanê çi bin?

Wê destkeftên lûtkeya Bexdayê ji bo Herêma Kurdistanê çi bin?  

BasNews– Çavdêrên siyasî di wê baweriyê da ne wê destkeftên Lûtkeya Kongreya Hevkarî û Hevbaşî ya Bexdayê ku îro dest pê kir ji bo Herêma Kurdistanê jî hebe û xisûsî serdana Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo Hewlêrê.

Wezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Dilşad Ebdulrrehman, ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî û rawêjkarê Polîtbûya Yekîtiya Nişttimaniya Kurdistanê  (YNK) ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Facebookê  ragihandiye tenya destkefta bestina vê kongreya Bexdayê hatina Seerokkomarê Fransayê Emmanuel Macron e ji bo Hewlêrê.

Herwiha lêkolîner û şîrovekar Behroz Cefer jî ragihandiye bestina Kongreya Bexdayê ji bo Hevkarî û Hevbeşiyê tene sûdeke wê heye ji bo Herêma Kurdistanê ew jî hatina Emmanuel Macron e ji bo Hewlêrê.

Li aliyê din berê jî nivîskar Adil Baxewan di gotarekê de behsa serdana Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo Herêma Kurdistanê kiribû û aşkere kiribû hebûna Fransayê bi tenê ne ji bo dostayetî ye belkî ew ji ber pêgeha stratejîk a Herêma Kurdistanê û berjewendiyên hevbeş be.

Herwiha Adil Baxewan dibêje piştî hêzên Amerîkayê hêzên Fransayê amadebûna xwe nişan dane ji bo Herêma Kurdistanê  û beriya hemû welatan Fransayê hemû alîkariyek pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiriye û Baxewan alîkariyên Fransayê ji bo Rojavayê Kurdistanê jî bi bîr dixe û dibêje ew hemû alîkariyên mirovî û dîplomasî yên diçin Rojavayê Kurdistanê jî ji ser Herêma Kurdistanê derbas dibin.

Adil Baxewan herwiha di gotara xwe dibêje dosyaya terorîzmê û vegera DAIŞê endîşeyên serekî yên Fransayê ne û li gor Macrin hêzên kurdan li Sûriyê û Iraqê rêliber terorîzm û DAIŞê bigirin.

Li aliyê din Nûnerê Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Dolemerî jî hatina Emmanuel Macron ji BasNewsê şîrove kiribû û ragihandibû: ‘’Rewşa cîhan û navçeyê ber bi pêşkeftinên nû ve diçe. Bi taybet li rojhilata navîn û vekêşîna Amerîkayê ji Afganîstanê pêşkeftineke nû ye. di vê rewşê de hatina serokê welatekî mezin ê wek Fransayê ji herêma Kurdistanê re giring e. ji ber bawerî bi Kurdistanê û Iraqê dide ku Fransa wek endamê daîmî yê encûmena asayîşa navnetewî ye û yek ji welatên mezin ê cîhanê ye. Macron tê ji bo piştevanî ji seqamgiriya navçeyê bike û giringe serokê Fransayê bo peyvendiya navbera Hewlêr û Bexdayê xwedî rol be. Ji ber piştî helbijartinan dê qonaxeke nû destpê bike û pêwîste hikûmet yekgirtî û bihêz û bo hemû Iraqiyan damezrê. Ji bo ku Iraq serweriya xwe bidest bîne û destwerdana cîranan jî li karûbarên Iraqê kêm bibe.’’

Herwiha Dolemerî gotibû ‘’Roja yekşemê Serok Barzanî û Macron dê bicivin. Serok Barzanî wek rêber û merciya gelê Kurdistanê li asta navçeyê balans ragirtiye û nebûye girêk ji bo ti aliyekî. Ji ber wê Macron dixwaze spasiya Serok Barzanî bike, ku ew erkê daye ser milê xwe û di şerê DAIŞê de jî serpereştiya rasterast û li qadê jî hêza Pêşmerge ew şer kir. Ne tenê Kurdistanê parastina asayîşa hemû navçeyê kir. ji ber wê jî Fransa dixwaze berdewam alîkariya Kurdistanê bike. Ji ber hîn şerê DAIŞê bi dawî nebûye û wek serokekî dîrokî pêwîstiya wan bi rola Serok Barzanî heye. hikûmeta dema pêş de jî bê rola Serok Barzanî pêk nayê û Serok Barzanî merciya gelê Kurdistanê ye û bûye hêviya temamê navçeyê.’’

Herwiha Dolemerî bi bîr xistibû ’Serok Macron dê peyama spasiya Pêşmerge bide serokê hikûmetê û peyama piştevaniya Ewrupayê bigehîne gelê Kurdistanê. Biryare di pêşerojê de Fransa derveyî aliyê leşkerî di warên din de jî piştevaniya Iraq û Kurdistanê bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi