Nêçîrvan Barzanî: Li ser navê gelê Kurdistanê spasiya Macron dikim
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron, îro li Hewlêrê civiyan û Macron tekezî li ser piştgirî û hevsoziya Fransayê bo Kurdistanê kir.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron îro piştî ku ji Mûsilê vegeriya, gihîşt ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.
Di merasima pêşwazîkirinê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq amade bûn. Piştî merasima pêşwaziyê, Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron civiyan û paşî civînê jî di konferanseke rojnamevanî de amade bûn.
Nêçîrvan Barzanî di vê konferansa rojnamevanî de li ser navê gelê Kurdistanê spasiya piştevaniyên Fransayê û serokê wê kir û got: “Gelek spasiya helwêst û rola serok Macron dikim di çareserkirina aloziyên payîza 2017 ên li gel Bexdayê de”. Macron jî ragihand: “Dixwazin we piştrast bikim ji vefaya Fransayê bo we û dostên xwe, bi giştî bo Kurdan.”
Nêçîrvan Barzanî ragihand, di civînê de wan li ser hejmarek mijaran axiviye û diyar kir, “çavê me li piştevaniya Fransayê ye”. Serokê Fransayê jî ragihand, “Em piştevaniya gelê Kurd dikin di şerê dijî terorê de” û tekezî li ser hevsoziya Fransa bo gelê Kurdistanê kir.
Serokê Fransayê di beşeke din a axavtina xwe de vehewandina koçber û awareyan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve wek “karekî camêrane” bi nav kir û got, “em dixwazin atmosfêrekê çê bikin daku koçber vegerin cih û warên xwe.”
Naveroka axavtina Macron:
Gelek spas , spas cenabê Serok. Spas bo gotinên we û pêşwaziya we û gotûbêjên ku me kirin ligel cenabê we û ligel xanim seroka parlemenê, cenabê Serokwezîr, cîgirên serok, cîgirên Serokwezîr û wezîrên ku beşdar in li vir û careke din spasiya wan dikin li ser van gotûbêjan û mijarên ku me bi hev re behs kirin. Ji bo min, bi rastî kêfxweşiyeke mezin e ku li kêlek we me û di nav we de me li Hewlêrê, îro, û ji şeva borî ve, ji ber ku bi rawstî şêweyekî ciwan e ku seredana xwe ji bo Îraqê bi vî şêweyî bidawî bînim, û weke pabendîbûnekê ku em hevdu li Kurdistanê bibînin.
Hûn dizanin dostaniyeke hinekî xwedî taybetmendî heye di navbera Fransa û Kurdistanê de. Gelê Kurd û gelê Fransî pêwendiyeke wan a taybetmend heye ku ji biryara Neteweyên Yekbûyî destpê dike bi taybet biryara hejmar 688 ya Encûmena Asayişa Navdewletî ku wekî bingehekî ye ji bo herêma Kurdistanê ya otonom. Hevkariya bijîşkên me, rewşenbîrên me, û welatiyên me yên karên mirovî dikirin, û ez li vir rola Danielle Mitterrand jibîr nakim, û saziya wê ya ku berevanî di ber doza we de kir, wate bi rastî dîrokeke dostaniyê ya bi dilgermî hebû ku ji aliyê rewşenbîrên me ve berdewam bû.
Ev dîroka taybet ez ê bibêjim ku bihêztir bû bi rastiya ku serbazên me hatin li kêlek we şer kirin. Serbazên me li kêlek Pêşmerge, hêzên ewlekariyê yên Îraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk şer kirin û berdewam in li dijî terorê, ku min pir caran di vê seredana xwe ya girîng de behsa wê kir. Û divê ez bibêjim ku ev şer li kêlek we ev dostanî kûr kir, û ez bawer im ku Fransa dostanî û rêzgirtineke mezin li hember Pêşmerge nîşan dide û li hember pabendbûna we bi şerê li dijî DAIŞê. Îro careke din, min ji Serok Barzanî û hemû desthilatên Herêmê re piştevaniya Fransa tekez kir. Yekem, piştevanî ji bo berdewamiya şerê li dijî DAIŞê, dijminê me yê hevbeş, ku hin nîşanên dilgiranker hene ku egera jinûveserîhildana wê li Îraqê û li Sûriyê jî heye. Ev şer girêdayî siberoja Îraqê ye û di nav de jî Kurdistan, û ewlehiya tevahiya navçeyê, lê herwiha jî ewlehiya Ewropiyan û wate ya Fransiyan jî. Herwiha piştevanî li hember encamên nakokiyên ku girêdayî Îraqê û Rojhilata Navîn û dûrtir jî.
Herêma Kurdistanê camêriyeke bêhempa nîşan da li hember Îraqiyan û Sûriyan ku penageh li nav xaka Herêmê dîtin, di nav wan de jî, hinek Xiristiyan û Êzîdî ku ji naliyê DAIŞê ve hatibûn çawsandin, û Fransa dê berdewam be di piştevaniya we de ji bo vî karê we. Herwiha piştevanî derbarê birînên dîrokê, lewma jî di nava hefteyên bê de, Fransa dê hevkariyeke ligel nexweşxaneya Helebçe bike ku qurbaniyên êrîşa kîmawî çareser dike. Û em ê hejmara projeyên hevkariyê yên konkrêt di vî warî de zêde bikin, cenabê Serok. Ji ber ku tişta em dixwazin bi hev re bikin.
Doh jî min ji Serokwezîrê Îraqê re gotibû, ku pêşî em hevkariya xwe bi hev re di hemû waran de bihêz bikin, ji bo geşepêdana vê Herêmê di xizmet û berjewendiya xelkê û gelê Kurd de. Paşê em alîkariya we bikin ji bo dabînkirina mercên aramiyê û bi taybet jî pirsa koçberan. Me behsa rewşa Şingalê kir ku hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta federal, bi piştevaniya me, berpirsiyara peydakirina mercên vegera koçberan radikin. Li vir ez behsa êşa Êzîdiyan dikim ku bendewariya vegrê dikim û herwiha jî behsa Xiristiyanan dikim ku derdê bendewariya vegerê bo ser xaka xwe dikişînin. Bi baweriya min pir girîng e ku hikûmeta federal û hûn jî, Hikûmeta Herêmê di alîkariyê de bedewam bin û her tişta ji destê me bê di vî warî de em ê bikin da ku em alîkariya we di vê yekê de bikin.
Derbarê bakur û rojhilatê Sûriyê de jî, em ê bimînin alîkar, ji ber ku wê aramî û cîgîrî ji bo xelkê sivîl tunebe, bêyî lihevhatinê di navbera aliyên Kurd ên Sûrî de, û bi beşdariya pêkhateya Ereb, û bêyî şiyana peydakirina merçên aştiyeke ji bo tevahiya navçeyê. Paşê, ji wiha berfirehtir, ku we bi xwe amaje pê kiribû, em hevkar in ji bo aramiya navçeyê ji bo Îraqeke serwer û şiyana diyalogeke hevseng di navçeyekê de ku aliyên wê bi hev re biaxivin. Ev bû armanca kongreya Alîkariyê û Hevbeşiyê ku doh min û serokwezîrê Îraqê hevserokiya wê kir ku hişt pêşketineke baş çêbibe, bi encamên zelal derbarê şerê li dijî terorê û pabendbûna hemû beşdaran bi şerê li dijî terorê, û herwiha jî derbarê ragirtina desttêwerdanan de ku pir in li ser xaka we.
Di vê derbarê de ez bawer im ku ev kongre pêşketinek bû ji bo tevahiya Kurdan, û piştevaniyeke pir bihêz nîşan da. Belê, ez hatime danûstandinê bi bawerî bi desthilatên Herêmê re, bi Serok Barzanî, Serokê Hermê, bi Serokwzîr Mesrûr Barzanî re bikim, û wê derfet jî hebe ku piştî kêlîkek herwiha hin şervanan bibînim.
Ez dixwazim pir bi zelalî ji we re pabendbûna Fransa derbarê van mijarên ku me behsa wan kir ragihînim. Û dilsoziya Fransa nîşan bidim, li hember dîroka wê û li hember dostên wê û wate Kurd jî . Spas cenabê Serok. Zor spas.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî