Li pişt perdeya aloziyên Şingalê
Rojekê piştî aloziyên vê dawiyê yên artêşa Iraqê û YBŞ di 2yê vê heyvê de, Serleşkerê Iraqê Ebdilemîr Reşîd Yarela çû Şingalê û piştî vê jî, artêşê ragihand ku “Şingal aram” bûye. Car caran di navbera artêşa Iraqê û YBŞê de li Şingalê têk diçe û pev dikevin. Ji van pevçûnan re şer nayê gotin, lê yek ji qonaxên berî şer in û ev bûye demek ku xwe zûzûka ducar û sêcar dike.
Ji ber rewşa navxwe ya Iraqê û rewşa YBŞê, vêga zû ye ev ji bo şerekî mezin werbiçerixe. Lê ev rewş dê her wisa bi nearamî bimîne û car caran derkeve holê. Di rastiyê de, pirs ne ev e ka ev ji ber çi qewimî, çimkî pêşbînîkirî bû wek çend caran jî amaje pê hatibû kirin. Lê giring e em bi bîr bînin, ji bo ku em bizanin rewşa Şingalê ber bi kû ve diçe!
Aramî û nearamî li Şingalê
Fermandariya Operasyonên Hevbeş di daxuyaniyekê de gotiye “Artêş û polîs li nav Qezaya Şingalê ne. Niha bajêr aram e û diyardeyên çekdarî lê nînin”.
Bi rastî, heke tu tenê wek qezaya navendî li Şingalê binêrî, dibe ku ev gotin rast be. Lê aloziyên Şingalê ne tenê li Qezaya Şingalê ne û gava tu qala wê derê dikî, navçeyên milê bakur (şîmal) ango Nahiyeya Sinûnê û komelgeh û gundên derdora wê heta Xanesorê, ligel navçeyên milê başûr (qubletê) ku Şingal û komelgeh û gundên derdora wê ligel Nahiyeya Giruzêr (Qehtaniye) li Behacê jî li xwe digire.
Şingal aram bûye, çimkî her carê heynê ku aloziyek di navbera artêş û YBŞê de derdikeve, navbênkariyek tê kirin û mesele tê bêdengkirin. Lê Şingal ne aram e jî. Hêz hîn li wir in û dê piştî demekê dîsa alozî derkevin holê.
Li hêla başûr ku şingalî jê re hêla qubletê dibêjin, bêhtir hêzên Heşda Şeibî û Fewca Lalişê hene. Li milê rojhilêt û di navbera bakur (şîmal) û qubletê de, hêzên pêşmerge û hêzên Heyder Şeşo yên parastina Êzîdxanê hene. Li aliyê bakur jî, ji Bara, Xanesor û Beramedîna Şêx Şems bigire heta Geliyê Kersê û ji wî milî ve jî Sinûnê û Dugurê ber bi Dihola, tevî beşeke zêde ya serê çiyê ku jê ra Serdeşt dibêjin, ev navçe bêhtir di bin bandora YBŞê (Yekîneyên Berxwedana Şingalê) de ne.
Şingal aram nabe, çimkî hêzeke zêde û cuda lê heye û giringiya wê ya ewlekarî û aborî ne tenê bi kurd, Herêma Kurdistan û Iraqê sînordar e; lê dike dûrahiyeke mezintir peyda dike.
El- Hol û aloziyên Şingalê
Bi baweriya gelekan, piştî îmzekirina Peymana Şingalê di sala 2020an de, ev cara ewil e ku hikûmeta Bexdayê bi nêt be wê peymanê bi awayekî cidî cîbicî bike. Bexdayê artêş û çek û cibilxaneyeke zêde şand wê deverê û roja 26ê heyva borî Mistefa Kazimî biryar da ku waliyê niha yê Neynewayê Necim Cibûrî bike qayimeqamê Şingalê!
Wek tê zanîn dabînkirina aramî û ewlehiyê ji aliyê artêşê (li derveyî Qezaya Şingalê) û polîsên federal (li hundirê qezayê) û pêkanîna hêzeke 2500 kesî ku şingalî bin, ligel guhertina qayimeqam ji bendên Peymana Şingalê bûn ku di heyva 10an a sala 2020an de hatibû morkirin.
Zûtirkê bi sedema nerazîbûnên cuda, Kazimî neçar bû biryara xwe ya destnîşankirina Necim Cibûrî wek qayimeqam rabigire. Qasî ez dizanim serokwezîr di destnîşankirina Necim Cibûrî de, şêwira hevbeşa duyem a Peymana Şingalê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ye nekiribû.
Lewra nayê bawerkirin ku ev ji bo cîbicîkirina Peymana Şingalê bûbe. Destnîşankirina leşkerekî kevin mîna Necim Cibûrî ji bo devereke wek Şingalê nîşan dide ku, dibe ku hikûmetê hin mijarên ewlekarî di nav karên xwe yên li pêş da danîbin.
Wek tê zanîn, piştî bûyerên sala borî li Zindana Giwêran a Hesekê, tirseke mezin li ser Kampa el-Holê çêbû û niha jî dikin nakin ew kamp bi temamî nayê kontrolkirin. Di hundirê kampê de, DAIŞ xelkê digire û dikuje û vêga kes jî nikare wan bigire û bibîne. Tirseke mezin a Iraqê ji çarenivîsa Kampa el-Holê ku dora 10-15 km dûrî Şingalê ye heye. Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Ehrecî berê gotibû ku el-Hol metirsiyeke cidî ye.
Ji bîra me neçe ku li gor Peymana Şingalê, Dezgeha Ewlekariya Neteweyî yek ji berpirsên dosyeya Şingalê ye. Iraqê biryar daye beşek ji iraqiyên ku li Kampa el-Holê ne, bîne Kampa Cida li sînorê Parêzgeha Neynewayê. Her wiha beşek ji şerkerên girtî yên DAIŞê jî bîne ku hinek ji wan ku dibe ku dora 5-6 hezar kesan bin li zindanên Herêma Kurdistanê werin bicihkirin.
Helbet, wisa dixuye biryarbidestên Iraqê bi şêweyê sereke xwe neçarî têkûzkirina sînoran bibînin. Piştî bûyera Zindana Giwêran li Hesekê, Mistefa Kazimî bi xwe çû ser sînor û ji wê çaxê ve karên avakirina dîwar û têlbend li beşek ji wan sînoran zêde bûn. Ji xwe lewra tevgera artêşê ber bi Şingalê wateyeke zêdetir peyda dike.
Iraq dizane ku bi pirbûna hêzan li Şingalê, dijwar e di dema derketina arîşeyan de bikare rewşê kontrol bike û li Şingalê serdest be. Helbet li milê din, ne metirsiya xurtbûna DAIŞê be jî, her xwesteka hikûmetê ye ku bikare bi temamî rewşa Şingalê kontrol bike û lê serdest be. Heke hikûmet xurt bibe, paşerojek naxuye ji bo ku YBŞ û “Rêveberiya Xweser a Şingalê” bikarin bi vî rengê niha bimînin.
Hevrikiya korîdoran li Şingalê
Niha Şingal navçeyeke giring e ji bo ku hêz li wir hevrikiya hev bikin û hêzên xwe yên wekîl berdin hev bêyî ku ew bi xwe bikevin nav şerekî rasterast, lê mesele ne wiha tenê ye. Mijara Şingalê dike dûrahiyeke ceoekonomîk a giring jî peyda bike.
Di van salên dawî de, xewneke Iraqê heye ji bo ku bibe korîdorek ji bo veguhastina deryayî-bejayî. Iraq bi nêt e bi projeya “Bendera Faw” di nav benderên Mêrsîn (Tirkiye), Bender Ebas (Îran) û Şarîce (Îmarat) de cihekê ji xwe re bigire û bi rêya girêdana Faw bi Fîşxabûr, bi rêya hesin û cade, giringiya xwe ya korîdorî ji bo bazirganiyê zêdetir bike.
Sala borî, girtina Kanala Swêsê ziyaneke aborî ya mezin çêkir û heta demekê alozî ji trafîka navbera Deryaya Spî û Deryaya Sor re peyda kir. Lewma dîtina kanaleke cîgir, xwedî giringiyeke navdewletî ye. Di berfanbara 2021ê de, yekem barê keştî ji Şarîceya Îmaratê bo Bender Ebasa Îranê û ji wir jî bi rêya bejayî ji bo Tirkiyê hat veguhastin û niha ew hêl di kar de ye.
Wer dixuye heke bar bi wê rêyê werin veguhastin, 6-8 rojan dimînin heta digihin Tirkiyê. Lê heke bi rêya Deryaya Spî – Kanala Swêsê û Deryaya Sor be, dê dora 21 rojan di rê de bimînin. Îcar, heke Iraq projeya Bendera Fawê kuta bike û rêya hêsan û rêyên bejayî ber bi Tirkiyê çêbike, hingê rêyeke hêsantir dibe ji bo veguhastina tiştan di navbera Dubey bo Tirkiyê û bi berevajî jî.
Piştî ku hindek welatên Kendavê dorpêç danîn ser Qeterê, Iraqê kanaleke avê ji Qeterê re vekir û tiştên hawirdekirî bi rêya Besrayê dişand Qeterê, lewra ezmûneke wê di vî warê de jî heye.
Vê dawiyê, Tirkiye û Îmaratê 13 peyman îmze kirin ku yek ji wan li ser veguhastina deryayî-bejayî ye. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglu jî got ku Iraq jî dibe yek ji rêyan ji bo veguhastina tiştan di navbera Tirkiye û Îmaratê de.
Niha rêya bejayî di navbera Iraq û Tirkiyê de heye û bi hêsanî mûmkin e ew cihên ku pêwîstiya wan heye werin başkirin. Tekane pirsgirêkeke mezin ku heye di navbera Telefer heta sînor de ye. Ji bo rêyên hesin jî, hikûmetê dest bi kampanyayeke nûjenkirina rêyên hesin kir ku yek ji rêyên herî giring di Mûsilê re dibihure.
Tora rêya hesin ji Besrayê digihe Nasiriye û Semawe, Dîwaniye û Hîleyê û ji wir jî bo Kerbela û Bexdayê heye û ji Bexdayê jî bo Baqûbe-Samera, Tikrîtê diçe û ji wir digihe (Wadî el-Mur) li sînorê Parêzgeha Neynewayê. Paşê diçe Hemam Elîlê û ji wir jî bo Mûsilê û dû re jî heta Rebîheyê diçe.
Berê jî, ew rêyên hesin her bi Tirkiyê ve hatibûn girêdan. Lê şer û nûjennekirinê wiha kir ku beşeke zêde ya rêyên hesin ji kar bikeve. Vêga hikûmet mijûl e bi awayekî zêde li ser nûjenkirina rêyên hesin kar dike ku yek ji wan stasyona (Wadî el-Mur) li Mûsilê ye ku nêzîkî 120 km dûrî Şingalê ye.
Helbet vekirina korîdora Tirkiye-Iraq- Xelîc tê wateya ku heke giringiya rêya avê ya Îranê kêm jî nebe, alternatîvek jê re hebe! Xaleke din jî ew e ku Iraq ji bo ku vê korîdorê veke, divê ewlekariya Neynewayê dabîn bike. Heke em bi vê nêrînê binêrin û bipirsin gelo ewlekariya Neynewayê bi giştî ne ku tenê Şingal hebe, ji kê re baş e û ji kê re ne baş e? Hingê aloziyên Şingalê watedartir dibin.
Helbet ev mijar ne tenê mijareke navdewletî ye. Ji bo PKK û Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê jî, Şingal korîdoreke giring e û naxwaze ji dest bide. Lewma TEV-DEM li Rojavayê Kurdistanê parastina Şingalê wek deynê li ser milê xwe dihesbîne. Her wiha ji bo hin grubên çekdar jî, Şingal û bakurê Parêzgeha Mûsilê bi giştî rêyeke giring e ji bo qaçaxçîtiyê û dikare sûdeke wê ya mezin ji hin fermandarên xwecihî re hebe.
Ha li vir hokarên xwecihî û navçeyî dest li destê hev didin û xwestekek derdikeve holê ku dixwaze ne tenê li Şingalê, lêbelê hergav teşqele li Deşta Neynewayê jî hebin. Lew aloziyên Şingalê û êrişên moşekî yên berdewam li ser Herêma Kurdistanê ji Deşta Neynewayê ve girêdayî hev in, wek xelekan hev temam dikin ku yek ji armancên wan çêkirina astengan li pêşber korîdora Xelîc-Iraq-Tirkiyê ye.
Dawî
Aloziyên Şingalê ji mijara YBŞê mezintir in. Ev di dema kurt de têkildarî çend hokarên giring in wek rewşa Kampa el-Holê û ewlekariya sînorên Sûriye-Iraqê. Di dema dirêj de jî, xwesteka hikûmetê ya sepandina desthilata xwe li holê ye.
Çiqas hikûmet xurt be, ewqas bêhnê li YBŞê diçikîne. Hikûmetê bêhn li Herêma Kurdistanê jî li ser mijarên girêdayî serweriyê çikandiye. Îcar çawa di dema dirêj de rê bide hêzeke din bi îdiaya serweriyê li Şingalê berdewam be? Helbet vêga gelek maye heta hikûmet xurt bibe û çend arîşeyên navxweyî û derveyî hene ku ew ji derb xistine û qels kirine.
Lewra tişta ku vêga dike bêhtir ji ber tirsa wê ji Kampa el-Hol e. Lewma dê ev rewşa Şingalê car caran berdewam bibe û hêj mana YBŞê li wir debar dike. Heke aloziyên vê carê li ser rêya Sinûnê û Xanesorê bûn, dê aloziya bê li ser piraniya deverên hêla bakurê Şingalê be.
Bi egereke zêde, di dema demkurt de, dê hikûmet dawiya dawî razî bibe ku endamên YBŞê li cihên wek Xanesor, Geliyê Kersê û Serdeştê (ser çiyayê Şingalê) bimînin. Çiyayê Şingalê di destê hêzeke wek YBŞê de be jî ku moşekên wê yên dûravêj nînin û bêhtir bi çekên sivik digere, gefê li ser Iraqê çênake.
Helbet kontrolkirina rewşa Şingalê bi tevahî ji aliyê hikûmetê ve, li dijî hindek berjewendiyên navxweyî û derveyî ye. Lewma bi egereke zêde hikûmet di demeke kurt de nikare hemû planên xwe derbarê Şingalê de bibe serî. Wek çawa berê jî Peymana Şingalê tenê li ser kaxezê ma, lê mijara Şingalê êdî ne tenê mijareke kurdî-kurdî û iraqî ye jî.
Lêbelê rehendeke mezintir wek şerê DAIŞ û hevrikiyeke jeoekonomîk jî peyda kiriye. Lewra yekalîkirina wê di aliyê siyasî de aloz dibe. Jixwe li vir e ku heke hizira rêveberiyeke otonom ji bo Deşta Neynewa û Şingalê were zindîkirin û bi ser keve, lîstikeke serkeftî-serkeftî ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê jî dibe ku xewna xwe ya korîdorî bîne cih! Hem mafên hindikahiyên Deşta Neynewa û Şingalê parastî dibin, hem ewlekariya Herêma Kurdistanê parastîtir dibe. Hem jî Iraq dikare hêsantir.
* Ziryan Rojhilatî, Rêveberê Navenda Lêkolînên Rûdawê ye.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî