شبكة لالش الاعلامية

Ji sala 2014ê 2640 Kurdên Êzîdî ji destê Daişê hatine rizgar kirin

Ji sala 2014ê 2640 Kurdên Êzîdî ji destê Daişê hatine rizgar kirin

Berpirsê ofîsa karubarên revandîyan li parêzgeha Duhokê ragîhand; ji sala 2014ê, 2 hezar û 640 Kurdên Êzîdî ji destê Daişê hatine rizgarkirin, bêtirî 3 hezar û 500 kesên din jî hêşta di dest wê rêxistinê da mane.

Li gorî amareka ofîsa karubarên revandîyan, ji çirîya yekê ya sala 2014ê, 2 hezar û 640 Kurdên Êzîdî ji destê rêxistina terorîstîya Daişê hatîne rizgarkirin, ji wê hijmarê, 953 jin û hezar û sed û 59 zarokin, li demekî 3 hezar û 764 Kurdên din yên Êzîdî, di dest Daişê da mane.

Hisên Qaîdî kuro berpirsê ofîsa navhatî bo War dazanîn, ew hijmara Kurdên Êzîdî ji deverên cuda yên bin destê Daişê hatine rizgarkirin û piranîya wan xelkê Şingalê ne.

Piştî ketina Şingalê li 3 tebaxa 2014ê, Daişê bi hezaran ji xelkê wî bajarî û gundewarên wê revandin, hikûmeta herêma Kurdistanê jî, li çirîya yekê ya heman sal ofîsek bo rizgarkirina wan damezirand û serok wezîrên herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî raste xwe piştevanî bo wê ofîsê kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: العربية

___

ثمانية آلاف يورو تُمنح لنازحي جبل شنگال

Lalish Duhok

الدراسة الكوردية في سنجار: افتتحت مدارس عربية بضعف عدد مدارسنا

Lalish Duhok

البرلمان الألماني يصنّف مذبحة الإيزيديين “جريمة إبادة جماعية”

Lalish Duhok