شبكة لالش الاعلامية

Bingehê laliş duyemîn salyada Gundê Koço sax kir

Şêx Şamo bi asanî birîna Koço nayê derman kirin

Tora Laliş ya ragehandinê \ Çinar Şemo

bi amade buna (Şêx Abdil Mahîmin ) nûnerê serok Barzanî û jimareke kesanên siyasî û rewşenbîrî û civakî û xelkekî zor bi taybet xelkê gundê Koço , îro li rekeftî 15\8\2016 li demê sibê desteya bilinda bingehê laliş li Duhokê duyemîn salvegera Gundê Koço bi çendîn çalakyan li hola konfransan li Duhokê sax kir .

li destpekê weke rêz grtin bo gyanê cangoryên Kurdistanê û Şingalê amadebuny xolekekê sekinin , paş pêşengeheke şêwekarî li dor karesata Şingalê hate ve kirin li gel nimayş kirina pertoka karesata Şingal ewa ku 21 vekolînên akadimî bi xweve di girt , ku ji alyê bingehî ve hatbu çap kirin, li paş re peyva bi xêr hatinê hate xundin , herwisa wek rêz grtin bo gyanê cangoryên gundê Koço mum hatin vêxstin û peyvên desteya bilinda bingehê laliş û hikumeta herêma Kurdstanê û nunerê Gundê koço hate xwandin.

di peyvekê de Şêx Şamo serokê desteya bilinda bingehê laliş û endamê perlemanê kurdstanê , behsa qurbanyên gundê Koço kir ku komkujya gundê Koço daxeke mezin bu ser millên her Êzidyekî û daxwaz kir ji civake nêvdewletî ev karesat bibte Cînosaîd û dyar kir ku cîhanê tevê ageh ji vê buyerê hebu, ji berku tawaneke mezin bu di derheqê Êzidyan de û bi hesanî biryna Koço nayê derman kirin , amaje bi wê yeke ji da kirin bila kes nebe regir hember pirojê dewlet buna Kurdistanê û destan bidin hev ji bo kurdistanke azad ku hemu netewe û pekhat tede bijîn , ew yek ji xweya kir ku kar tê kirin Şingal bibe îdareyeke serbexo û xelkê Şingalê bibne xwedî biryar .

herwisa (Abdil Xalq Babîrî) berpirsê leqa 1 ya PDK peyvek pêşkêş kir û got ” eva li Şingal hatye encamdan berdewamya çendyn tawanên dî yê bi serê Kurda hatiyn di drêjya dîrokê da , ku her demekî milletê kurd nêzî armancên xwe bu wê wesa dujmin dirba xwe danit ”

ji alyê xweve Nayf Caso muxtarê Gundê Koço di peyva xweda da dyar kirin ” çend zanyary derbarey Gundê Koço dane dyar kirin û daxwaz kir nivêsîngeha revandyan pitr xemê li girtya bixwe , da keç û jinên di destê tîrorstên Da’şê da zo werin rizkar kirin .

her di chalakye da , raportek li dor Gundê Koço û tabloyeke honery ji alyê tîpa şarya ya honery ve li dor karesata Şingalê hat nimaîş kirin , ev çalakî bi gotina strana komkujya Koço ji bal herdu honermendan (Tahsîn û Alî Xidir Feqîr ) ve bi dawî hat .

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: العربية

___

أمسية شعرية في مركز ختارة الثقافي

Lalish Duhok

زيدان يوجه يحل “اشكالية” في تطبيق قانون الناجيات الايزيديات بالاتفاق مع كوردستان

Lalish Duhok

لا تزف العرائس ولا تحلب الماشية .. تعرف على طقوس نيسان لدى الإيزيدية

Lalish Duhok