Şêx Şamo hêviya behremendekî Êzidî bi cih anî
Çinar Şemo \LMN
piştî behremendê Êzidî (Hamadi Asmaîl ) astekî baş bi amîrê mozîke yê Bilolê pêşkeş kirî di bernamê (Şayda) yê behremandan ku li kanala Waar TV te pêşkeş kirin , serokê desteya bilinda bingehê lalish li Duhokê navhatî daxwaz kir û li bingehî pêşwazî li behremendî hat kirin , di hazir bunê de berêz Şêx şamo piştevanya xwe jêre dyar kir û daxwaza serkeftinê jêre xwast .
Hamdîyê jyê wî tenê 13 sale û xwedî behreke mezine di jenîna pitr ji yek amîrên jenîna muzîkê , lê di dema karesatê bo ser Şingalê navhatî amîrê xwe yê jenînê yê (Orgê) ji dest di de , ji ber wê yekê berêz Şêx Şamo amirekî jenîna (Orgê) wek xelat pêşkeş kir û jêre xwest berdewam be di behreya xwe de .
herwisa Hamdî û babê xo sopasya berêz Şêx Şamo kirin ji bo wî xelatî û piştevanya wî .
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî