136 xêzanên ziyanvêkeftyên kempa Şarya harîkaryên Bingehê Laliş wergrtin
Tora Laliş:
Di çarçovê hewa Bingehê Laliş da bo harîkarya zyanvêkeftyên agrberbûna kempa Şarya ewa hatye rûdan berî mehekê, şandekî pêkhatî ji tayî û nvîsîngehên Bingehê Laliş li roja çarşembûyê rêkeftî 2021/7/7 rabûn bi parvekirina harîkaryên diravî liser (136) xêzanan ji wan xêzanên xîvetên wan hatîn sotin, behra her xêzanekê ji evê harîkaryê (100) hezar dînarên Îraqî bûn, eujî bi hemahngî digel Kargêrya kempa Şarya û Dezgehê Barzanî yê xêrxwazî.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî