Salvegera damezrandina Bingehê Laliş bi çendîn çalakyan dê were saxkirin
Tora Laliş/Duhok
Cêgrê Serokê Bingehê Laliş diyarkir؛ku roja 12/5/2022 dibte 29î mîn salvegera damezrandna Bingehê Laliş û ev bîrewerî bi çendîn çalakyên hemecor dê ere saxkirin.
Îro roja şembûyê 7î eyara 2022ê kombûna asayî ya Desteya Bilinda Bingehê Laliş bi serperştya berêz”Hakm Berces”cêgrê serokê Bingehê Laliş û endamên û desteya bilind û berprsên tayan hate encam dan.
Di kombûnê da çend tewer hatine behskirin jiwan jî saxkirna bîrewerya damezrandina Bingehê Laliş b çendîn çalakyan ku têda çend wêneyên çalakyên Desteya Bilind û tayî û nvîsîngehan dê êne nîşandan digel pêşkêşkirna dû simînaran û belavkirna Govara laliş, paşî danana tace gulînan li ser gora xudê jê razî Şêx Şamo û pîr Xidir silêman.
Di tewerekê dî yê kombûnê da rewşa noke ya Şingalê hate gengeşekirn û dupatî li bi cihînana rêkkeftina dinavbera Hewlêr û Bexda da hate kirin, zêdebarî supasya tayî û nvîsîngehên lalş hat krn bo xzmetkrna awaran،dheman demda supasya îdara parêzgeha dhokê û rêveberya koç û koçberan hate krn bo dûvçûna awareyan û berdewam xizmetkirna xelkî.
Li dawya kombûnê gengeşe dinavbera endamên Desteya Bilind û berprsên tayan li ser girngtrîn kar û bizav û çalakyên Bingehê Laliş da hatekirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî