February 07, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Ahingek bo 150 pişkdarbuyên xolên werzê havînê hat li darxistin

Ahingek bo 150 pişkdarbuyên xolên werzê havînê hat li darxistin

Tora Laliş

Li roja pênc şembûyê rêkeftî 25/8/2022، Bingehê Laliş tayê Şarya bi hemahengî ligel rêkxstya Behara Hîvîya, rêkxstya Nupêl û Navenda Afretên Şarya bi amadebûna hijmareka zor ya nuynerên Hikûmî û Hizbî û rêkxstyên civakê sivîl û helbjêrên gundan û mamosta û rewşenbîrên deverê, rabûn bi sazkirina ahengekê bo pitrî (150) gencên Komelgeha Şarya û awarên xelkê Şingal ji herdû regezan ewên pişkdarî xolên werzê havînê bûyn, ku pêkhatbûn ji xolên (kompîwter، fêrkirna zimanê înglîzî û babetê zimanê înglîzî bo pola dwazdê amadeyî).

Evê ahengê çendîn birgên hemecor bixove girtbûn, li destpêkê xulekek rawestyan liser giyanê pakê cangoryên Kurdistanê û qurbanyên enfalan, di dûvda çendîn peyv hatine xwandin jilayê berêzan (Dr.vyan Silêman) Sikrtêra Sikrtaryeta Afretên Kurdistanê, (Lîsa Myara) seroka rêkxstya Bihara Hîvîya û (Dilgeş Selîm) berpirsê Bingehê Laliş tayê Şarya.

Paşî brgeyeka jenîna mozîkê hate pêşkêşkirin ji layê giropê mozîkyê rêkxstya Bihara Hîvîya û di berdewamîya evê çalakyêda dû xelatên rêzlênanê hatine pêşkêşkirin ji layê Sikrtaryeta Afretên Kurdistanê bo berêzan (Faroq Yusif) berprsê Lîjna nawça feydyê û (Dilgeş Selîm Şemo) berpirsê Bingehê Laliş tayê Şarya jiber xizmeta ewan ya berçav lideverê.

Ji layekî dîve parçeka vîdyoyê ku pêkhatbû ji panorama xolên werzê havînê hate nimayşkirin bo amadebûyên ahengê, li dawyê jî supasname bi rahênerên xolan hatine dan û bawernamên pişkdarbûnê jî biser pişkdarbûyên xolan hatine dabeşkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi