Bingehê Laliş Baedrê berîkaneka zanstî û rewşnbîrî bo gencan encamda
Tora Laliş ya Ragehandinê :
Pêxemet piştevanî li gencan û girngî dan bi hemû texên civakî, roja çarşembûyê rêkeftî 14î îylula 2022ê Bingehê Laliş tayê Baedrê berîkaneka zanstî û rewşnbîrî bo gencên devera Baedrê li baxçê hola Baedrê ya bîrewerya encamda.
Di keş û hewayekî dilveker û êvaryeka balkêş û aramda û bi amadebûna berêz Haşm Letîf berpirsê Lijna nawça Şêxan û berêz Karwan Hecî endamê Desteya Bilinda Bingehê Laliş û berpirs û endamên desteka rêveber ya Bingehê Laliş tayê Baedrê û jimareka gencên deverê rêûresmên berîkanê bi rêveçûn.
Li destpêkê berêz Xelat Baedrî bi xêrhatina tevaya amadebûyan kir û da zanîn ku Bingehê Laliş Baedrê di xzmeta hemû tex û çînên cuda cuda ye nexasme gencan digel pêdana rênmayên berîkanê bo berhevbûyan , paşî pirsyarên berîkanê hatine parvekirin bi ser heşt gropên amadebûy.
Li dawyê 4 gropan şiyan serkeftinê bidestvebînin û hatine xelatkirin bi diyaryên Bingehê Laliş Baedrê û ji layê amadebûyan ve hatine parvekirin bi ser serkftyan û bi vî eawayî ev hêvarye dinava xurtên deverê da bi dawîy hat.
00CH
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî