Desteya Bilinda Bingehê Laliş pişikdarî civîna Mîrê Êzidiyan bû
Dihok- Tora Laliş ya ragehandinê
Îro li Peristgeha Pîroza Laliş bi destpêşxerîya Mîrê Êzidiyan bi berhevya civata rohanî û desteya şêwirmendya wî, civîneka taybet bi Bingehê Laliş û senterê rawêjkarîy Êzidiyan (sentrall rad) re li Elmanya û sazya Êzidiyan bo berhengarya cînosaydan li Cinêf ê encamda.
Di civînê da rêzdar (Se’îd Cirdo) Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Komelayetî û endamên desteya bilind berhevbûn.
Her di civînê da behis li mîkanîzma damezrandina înistyoteka ekadîmya olî ya Êzidiyan bi hemahengî bi Bingehê Laliş re hatekirin.
Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş berhevya Bingehê Laliş diyarkir bo her hemahengyekê.
Herwesan di civînêda behis li projê yasaya cînosayda Êzidiyan bi merema nasandinê li perlemanê Elmanya hatekirin û boçonên hemû aliyan hatine xwandin û dê reşnivîsek bi serperiştya Mîrê Êzidiyan hête nivîsîn û hemû daxwaziyên Êzidiyan têda hêne cêbecêkirin.
00S.A
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî