November 21, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

VÎDEO – Xortekî Kurd mar û dûpişkan bi saxî dixwe!

VÎDEO – Xortekî Kurd mar û dûpişkan bi saxî dixwe!

Çavkanî :Rudaw

 Piraniya xelkê ji dûpişkan ditirsin, lê belê xortekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê mar û dûpişkan digire û bi saxî dixwe.

 

Xortê bi navê Hozan xelkê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye û li kampa Domîz a li parêzgeha Dihokê penaber e.

 

Hozan heta niha zêdetir 2000 dûpşikan an kuştine yan jî xwarine.

 

Hozan ku bo yekem car ji medyayê re diaxve, ji Rûdawê re dibêje, wî xwe ji bo xwarna 50 dûpşikî amade kiriye, da ku bikeve pirtûka Gueines.

 

Hesreta dilê Hozan ew e ku dûpişkekî bibîne û bi saxitî bixwe.

 

Di daxuyaniyekê de ji bo Rûdawê Hozan wiha dibêje:

 

Ez divêm kurdan bixim berfirehiya XINIS, ji ber ku yekî Siûdî di 20 n de 22 dûpişk xwarin, ezê 50 dûpişkan bixum bêyî ku hebeke seriya jî bixum.

 

Heyama 3 salan e ku hozan dest bi vî karî kiriye. Piraniya sibehiyan taştiya wî ne li xwaringeh û ne jî li malê ye, lê li çolekê nêzîk kampa Domîz e û li dûb dûpişkan digere.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi