November 21, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Donald Trump kîye û çawa gihişt koşka Spî­?

Donald Trump kîye û çawa gihişt koşka Spî­?

Çavkanî :Waar Media

 

Donald Trump li 14/6/1946 piştî cengê dûyê yê cîhanî  ji daykeka Skotlendî û babekê bi regez Almanî ku mirovekê dewlemend bû hate ser dunyayê. Dayik û babên wî, sererayê  serwet û samanekê zêde, zarokên xwe naçar dikirin ku her sal piştî bi dawî hatina hewandinê, bên vedanên hevînî kar bikin û parê cil û bergên xwe dabîn biken.

2

Donald her ji zarokî da, xudan xisletên taybet bû û yê bê heval û têlî  bû. Bo nimûne di qonaxa seretayî da, mistekê di nav çavên mamostayê xwe yê muzîkê dide, çunkî li duv gotina wî ( vî mamostayî çi ji muzîkê nedizanî).

3

Hez li berhem anîna fîlman hebû, lê  ser ji qotabxana bîznisê li pensîlvanîya derdîne û sala 1964ê ji vê qutabxanê derdiçe.

Sê salan piştî  temamkirina zankoyê bi palpiştîya babê xwe otêla  Kumudur bi 70 milyonn dolaran kirî û ev destpêka karê wî bû.

Li sala 1982, burcê Rrump bi mîhvandarîya 700 mîhvanan vedike û navê Trump li seranserî Amerîka belav dibe.

4

Li sala 1987, pirtoka wî li jêr navê (hunera meamlê) di nivîse û xelk kitêba wî dikirin daku bizanin , egera serkeftina ( Donald Trump) çîye?

Salên notî bo Donald Trump salên nexweş bûn, çunkî hevjîna wî (Îvana)jê cuda dibe û dîsan ji alîyê maddî ve rastî şikestinê dibe. Her ji ber vê çendê naçar dibe, papur û fruka xwe ya taybet bifroşe. Paşê şêwazekê nû dide çalakîyên xwe û  mafê birêvebirina ( hilbijartina şah ciwanan) dikire. Trump ji şikestinên xwe jî wana werdigre û pirtoka (hunerê rabûneve) dinivîse.

Firdrîk Trump( bavê Trump) li sala 1999 dimre û nêzîkî 300 milyon dolaran mîratî b Donald Trump li paş xwe dihêle. Can Af Kindî Cunîwr di payama xwe ya serxweşîyê bo dinvîse: mirov li kîj astê jîyanê dabe mirina bavî jîyana mirovî di guhere.

5

Li sala 1999 xwe nêzîkî sîyasetê dike û hewl dide bibe berbijêrê partîya reforman bo gihiştina serokatîya Amerîka, heta sozê dide ku (Upra Wînferê) bêjera bernîyasa Amerîka bike cîgira xwe, lê serkeftinê bi dest naîne û li sala 2000 xwe ji vê partîyê vedikêşe.

Li sala 2004, di warê ragîhandinê kar dike û bernamekî pêşkêş dike ku beşdar bûyên bernameyê rikaberîyê dikin daku li gel Trump kar bikin, ev bername hind serkeftinê bidest tîne ku tê rêzbenda dûyê bo rakêşana sarinca bîneran piştî yarîyên fînala futbalê.

Li 16 /6/2015, her li wî burcê berî bîst û sê salan ava kirî, li ber çavkên kamîran ragîhand ku dê bibe berbijêrê serokatîya Amerîka. Daxuyanên wî bune cihê girîngî dana medyayên cîhanî ji wana:

Mikzîkyan bi qeçaqçî nav dibe û dibêje dê dîwarekê li ser sînorê Amerîka di gel Mekzîka ava bike.

Li 12/2015 daxuyanyên wî liser Misilmanan wek teqîna bombekê deng vedida, demê got hatina Misilmanan bo Amerîka vîyabe bi temamî bê rawestandin daku nunerên welatî bizanin çi ya li Amrîka rû dide.

Van daxuyanîya û gelek daxuyanîyên din, dijminên zor bo Donald Trump heta di nav komarîyan peyda kirin, lê Trump şîya dinav 16 berbijêrên din yên komarî  bi serkeve û bibe berbijêrê bê rikaberê komarîyan û klîla koçka spî bi destxwe ve bîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi