Apple dê iPhone 14yê bide nasîn
Hewlêr (Rûdaw) – Apple dê îro iPhone 14yê bide nasîn, tê pêşbînîkirin ku hin taybetmendiyên nû li ser hebin lê ji ber enflasyon û pirsgirêkên di peydakirina cîhanî de bi bihayeke zêdetir were firotin.
Wek iPhone ên berê, modela îsal jî iPhone 14, iPhone 14 Pro û iPhone 14 Pro Maxan dê li xwe bigire. Tê çaverêkirin ku iPhoneya herî dawî ziravtir û xwedan ekraneke mezintir be.
Her wiha tê gotin ku Apple dê yekem car e iPhoneke ku ekrana wê 6.7 inç rabigihîne ku ne modela Pro ye û tê wê wateyê ku dê erzantir be.
Tê payîn ku di iPhonea nû de xeta reş a li derdora kameraya pêşî û dengdera pêşiyê winda bibe an jî were biçûkkirin.
Di heman demê de tê pêşbînîkirin ku iPhonea nû xwedan kamerayeke bi kalîtetir be ku iPhone 14 dê bibe yekem telefona ku vîdeoya bi 8K tomar bike.
iPhoneên biçûk ên ku di rêzikên berê de hebûn, tê çaverêkirin ku di vê rêzikê de tunebin. Pisporên bazarê dibêjin ku Pro û Pro Max dê bi kêmî ve 100 $ ji hilberên sala borî bihatir be.
Demjimêr û airpods
Berhemeke din a ku di konferansa îro de dê were ragihandin tê demjimêra herî dawî ya Apple ye ku tê pêşbînîkirin ku yekem modela pro ji bo dildarên werzîşê tê de hebe.
Medyaya Amerîkî radigihîne ku berguhkên Appleê, jê re AirPod Pros tê gotin, hatine pêşxistin û dê di konferansê de bêne pêşkêşkirin.
00CH |
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî