March 17, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Fermandarê kurdên êzidî: Em li benda fermana Barzanî ne

Fermandarê kurdên êzidî: Em li benda fermana Barzanî ne

Çavkanî :Basnews

Fermandarê Şervanên Kurdên Êzidî Qasim Şeşo got, ew li benda fermana Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yên Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ne ku hêrêmên di bin kontrola DAIŞê de rizgar bikin.

Fermandarê Şervanên Kurdên Êzidî Qasim Şeşo ji Rûdawê re diyar kir ku Fermandariya Şingalê û xortên êzidî amadekariyên xwe temam kirine.

Qasim Şeşo ragihand ew ji bo rizgarkirina 5 herêmên Şingalê yên di bin kontrola DAIŞê de li benda fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ne.

MÛSIL – Bendemayîna Şingaliyan berdewam e

Kurdên êzidî yê Şingalî ji hemû kesan zêdetir dixwazin bajarê Mûsilê were kontrolkirin.

Pirsa kontrolkirina Mûsilê niha rojeveke cîhanî ye, lê beşek ji koçberên kurdên êzdî yên Şingalê dibêjin pitir ji hemûyan ew çavrêya destipêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê dikin, ji ber ku ew çaverêne hijmarek ji kesûkarên wan ên  did destê DAIŞê de bên rizgarkirin.

Pêşmergeyên kurdên êzidî jî dbêjn ew xwe berhev dikin ji bo kontrolkirna deverîn bin destê DAIŞê de mane.

Çekdarên DAIŞê di 3ê heyva Tebaxa sala 2014ê de êrişî Şingalê kirin û ew dever kontrol kirin. Heta niha ji 6 hezar û 413 kesên rêxistina DAIŞê revandî 2 hezar û 778 kes hatine rizgarkirin.

Hêj 3 hezar û 735 kurdên êzidî di destê DAIŞê de ne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi