Daxwaza girtina parlamentera êzîdî ya HDPê jî tê kirin
Dozgeriya Amedê daxwaza girtina parlamentera êzîdî ya Amedê Feleknas Ûca kir û jê re 15 sal zîndan xwast.
Girtin û lêpirsîna parlamenter û endamên Partiya Demokratîk a Gelan didome. Vê carê jî dozgeriya Amedê daxwaza girtina parlamentera Amedê Feleknas Ûca kir.
Dozgeriya Amedê ji dadgehê xwastiye, ji ber ku Feleknas Ûca propaganda ji PKK û YPGê re kiriye, divê 15 salan were girtin.
Feleknas Ûca, êzîdî û xwedan nasnameya Almanî ye jî.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî