Hûrgiliyên teqîna Kampa Qadiyayê
Zaxo (Rûdaw) – Li kampa Qadiya ya Kurdên Êzidî li navçeya Zaxo bombek teqiya û di encamê de 2 kesan ji yek malbatê canê xwe ji dest dane û 3 kesên din jî birîndar bûne. Efserekî asayîşa Rojavayê Dicle ku di bûyerê de birîndar bûye dibêje, bombe xistibûn bin kerevana wî de û niha lêkolînên li bûyerê berdewam in.
Peyamnêrê Rûdawê Yûsif Mûsa ragihand ku li Kampa Qadiya duh 20.45 xulek ew bomb teqiye ye û di encamê de 4 kabîne têk çûne, û lêkolînên li bûyerê jî berdewam in. Li gor ku Qayimeqamê Şingalê ji Rûdawê re ragihand, ew mala ku hatiye armanckirin, mala berprisê Asayişa aliyê rastê yê Dicle ye ku kesayetiyeke Êzidî ye.
Derbarê qurbaniyên bûyerê de Berpirsê Ragihandina Tendirustiya Duhokê Emîr Elî dibêje: “Ji ber teqînê zilamekî 63 salî, kurek 9 salî û keçek 4 salî birîndar bûne. Keçeke 12 salî û zarokekî yek mehî canê xwe ji dest dan.”
Efserê li Asayişa Dîcleyê Hesen Îbrahîm yek ji wan birîndaran e, û li Nexweşxaneya Zaxoyê tê dermankirin. Herdu kesên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane neviyên wî ne.
Efserê li Asayişa Dîcleyê Hesen Îbrahîm dibêje: “Di bi kerevana min de teqandin. Min dît ku ez anîne vê derê. Ez li otomobîlekê siwar bûm bes ev tê bîra min. Di dema teqînê de min nezanî ez li ku derê me û piştî hatime nexweşxaneyê ji nû ve bixwe hesiyam.”
Herdu asayişên Sêmêl û Zaxo derbarê bûyerê de lêpirsînê dikin û li gor asayişa Zaxo teqîn bi TNTê bûye û armanc jî efserê asayişê bûye ku berî niha gef lê hatibû xwarin.
Rêvebirê Asayişa Zaxoyê Lîwa Şivan Sindî dibêje: “Em pêşbînî dikin ku ew ji aliyê PKKê ve hate encandan. Çimkî di salên 2011 û 2012an de gef li Şêx Hesen xwaribû. Herwiha gef li Şêx Xazî yê efserê asayişê jî kirine. Ti pirgirsgirêkên Şêx Xazî li gel ti kesî nebûye, lewma em pêşbînî dikin ku PKKê kiriye.
Berpirsê Lîwa Şingalê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Aştî Koçer jî got: “Ev encama hebûne hêzên nerewa yên li Çiyayê Şingalê ye. PKK û Heşda Şeibî teyat hene. Ew bûne rêgirt ku xelkê me heft sal e di nav kampan de mane.”
Kampa Qadiya dikeve di navbera navçeyên Zaxo û Sêmêl de û tê de .384 malbat dijîn, ku 12 û 467 kes in.
Ev yekem car e teqîn tê de çêdibe û ew jî bûye sedema ku tirs di nav xelkê de peyda bibe.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî