February 08, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Parêzgarê Duhokê bi nûnertiya Mesrûr Barzanî serdana xizmên qurbanîyên kempa Qadya kir

Parêzgarê Duhokê bi nûnertiya Mesrûr Barzanî serdana xizmên qurbanîyên kempa Qadya kir

BasNews– Piştî duhê êvarî kapma Qadya ya taybet bi penaberên kurdên êzdî li Sêmelê teqînek çêbû û ji ber wê 2 zarok mirin û 3 kes jî birîndar bûn. Îro roja sêşemê parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter serdana birîndarên teqînê kir û hevxemiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand.

Dîwana parêzgeha Duhokê di daxuyaniyekê de ragihandiye parêzgar Dr. Elî Teter bi nûnertiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li nexweşxaneya hawarçûnê ya Duhokê serdana birîndarên teqîna kampar Qadiya kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin parêzgarê Duhokê hawxemiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi xizmên qurbaniya teqînê re ragihandiye û amadebûn nişan daye ji bo her hevkarîyeke pêwîst ji bo zû çareserkirin û dermankirina birîndarên teqînê û qerebûkirina ziyan dîtiyan.

Dr. Elî Teter her îro serdana mala Şêx Hsesn kiriye ku li kampa Qadya ye û berpirsekî asayîşê ye û ji ber teqîneke nêzîkî mala wî 2 zarokên wî mirine. Herwiha Dr. Elî Teter peyama serxweşiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihandibû wî.

Cihê behsê te duhê li kampa Qadya ku taybet e bi penaberên êzdî li Sêmêlê teqînek pêk hat û ji ber wê teqînê 2 zarok mirin û 3 kes jî birîndar bûn. Asayîşa Zaxoyê derbarê wê teqînê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn ku guman heye ew teqîn ji aliyê PKKê ve hatibe encamdan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi