Serhan Îsî: jibo perlemantoya herîma Kurdstanê
silaveka nştîman perweranî û kurdistanyane jibo hemî perlemanteran
eve nêzîk dû sal û nîv borî li ser dest bi karbûn û sûnd xwarna berêz Şêx Şamo Şêxo weku endamê perlemantoya kurdstanê . jiwê rojê û heta îro mirov hebetî û ecêbgrtiyê vê kesayetya xwedya jîrmendyê û vê aqldarya mezin ya ku ronahyê dide rêya êzidyan .
ev zelamê hilgirê reftara baş yê ku hemî meydanên siyasî û leşkerî û civakî û rewşenbîrî û fêrkirinê û heta yên dînî jî jêra dibine şahd li ser hestê wî yê nîştmanyê bilnd û gyanê wî tê berhem .
rojek li ser xoştvyê wî ra derbaznabe bê ku gudarya keyf xoşya kar û çalakî û bizavên wî û çavpêkeftin û heluystên wî yên wêrekane û başqe ji yên dî .
ji bilî qebarê mergesata bi serê kurdên Êzidî hatî li Şingalê û granya wê li ser nefsyeta her serkrdekî xwe dibîne beramber berprsatyeka dîrokî ، belê Şêx şamo bi dîtin û şêwazekî kûrtr û fretr reftar digel wê mergesatê kir bi karînên zêdetr ji taqet û pêçêbûnên xwe .
belê rijdbûna wî li ser rakirina zulm û kerbê Şêx Şamo paldaye jibo dest pêşxerya rabûna evan karan :
1- amadebûna wî ya berdewam li meydanên şerî mil bi milê pêşmergey li xestexana jibo serexweşkrnê li brîndaran .
2-pêgîrya wî bi erkên wî li hember awareyên Êzidî.
3-xizmeta fêrxwazên zanîngehê .
4-xizmeta derbeder û awareyan.
5-çandina keyf xweşî û girnjînê li ser rûyê zarokan.
6-xurtkirina keltorê hejêkrnê û bratyê û lêborînê ji alyê destnîşankirna parek ji çalakyên xwe bo cihên perstnê ji mizgefta û dêra û perstgehan, ku ji Mizgeftê derdkevt û diçe hindrê Dêrê ، û diçe Lalşê û j wêderê diçe perlemanî û paşî dizvre meydanên şerî mil bi milê qaremanên me .
7-karkrin bi aramî û reftara aqlmendane û bi syaseteka nerm .
8-grêdana pirên gehandnê dinavbera civakên êzdyan da li kudrê bin ، dest pê bike ji êzdyên îraqê û derbazbûn ji êzdyên Sûrya ، Turkya ، Ermînya û Corcya ، ev kare bû yê ku pêkhatê Êzdî pêtvî bû jibo xurtkirina gyanê bratî û hejêkirinê dinavbera wan bi xwe de .
li vêdrê em nikarn ku berê xwe nedne wê ferqya dinavbera qurbanyên mezin yên hêja Şêx Şamo û yên wanên dîtir encamdayn ji :
1- gotinên hevdij yên ku xizmet û mifayê li êzdyan nekt .
2-reftarkrin ligel kawdana bi astekê rewşenbîrî û exlaqyê nizim ku xizmeta rewşa niho naket.
3-regezperstyeka kûr jibo xirabkirnê li şûna reftarkirinê bi giyanekê biratî û lêborîn jibo avakrna pêşerojeka nû .
4-bazrganî kirin bi birîna Êzidyan .
5-reftar bi helçon û bê pakyê û rabûn encamdana karên zarotyên sergerm yên ku xzmeta doza êzdyan nekn .
6-azrandna kêşeyên tayfegerî û dujminatya her kesekê ser bi nejadê kurdî û ola Êzidî ve û herwesa belavkirina dujminatyê li dijî hokûmeta herêma Kurdstanê û propaknde kirin jibo peyameka tund ku xizmeta civakên kurdstanî nekit .
peyv di seknin û nikarn derbrînê ji wê çendê biket ewa ku ev zelamê xudan awat diket ، û çi xelat nikarin cihê qencya wî bigrin . li vir ez nikarm tştekî bêjm jibilî sopasya jibo wan dengên ew helbijartî jibo vî erkê perlemanyê serkeftî . û ez prsyarekê pêşkêşî hevkarên wî li perlemanî dikm û ev prsyare li bîra gelekên dî weke mine mafê vî kesîye bête xelatkirin ji alyê perlemanê kurdstanê ve ، gelo hîja Şêx Şamo yê were xelatkirin jilayê perlemanê kurdstanêve؟ bi taybetî ku şîx yê bernyase jbo xzmetkrna berdewam bo hkûmet û perlemanê herêmê deînî wext da .
perlemanê herêma kurdistanê qerdarê qurbanyên wan qaremanêt şiyanêt xwe bikaranîn yên wekî pêşmerge û hêja Şêx Şamo ji bilî wan bi hezaran ji kurên gelên me yên gyanê xo kirîne qurbanî welatî û hawelatî ، herwesa civakê Êzidî qerdarê serkirdê xo û serbazên xwe yên nedyar yên ku giyan û xûna xwe kirîne fîdakar bo wî .
Serhan Îsî
23\12\2016
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî