February 08, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Haluk Öztürk :GEŞTNAMEYEK BEŞ III

Haluk Öztürk :GEŞTNAMEYEK BEŞ III

Di vê beşê de dîsa ez ê gelek bi kurtî behsa gera me bikim. Tiştên xirab wek; dejenerasyon (rizîna civakî, exlaqî) ya civakê, xweperestî, derew, durûtiya mirovan, lê berî hertiştî xwe bi xwe asîmîlekirina ku di nava gel de heye, tahm û xweşiya gera nav welêt xirab dike. Hersal ku ez diçim dibêjim ‘’sal bi sal heft xwezî bi par’’. Mixabin… Mirov dixwaze hema bi qasî çirîskekî jî be tiştne ronîdar, yên hêvîdar bibîne yan jî bibhîse. Şikir ku tiştên wisa jî hene. Ez ê hinekî qala çend nimûneyên wan bikim:
Wextê ez li otobosê siyarbûm ku ji balafirxana SG (İstenbol) herim nav bajêr şofêr jimara HES (bi tedbîrên pandemîyê ve girêdayî) ji min xwest. Li ser qoltixa pêşiyê li tenişta xortekekî rûniştim, wî got rûnê ez ê alîkariya te bikim. Rûniştim, min ji tirkiya wî fehm kir ku ew kurd e… Me nasîya xwe da hev. Ji Diyarbekrê bû, ew jî mamoste bû, ji gera xwe ya Ukraynayê vedigeriya. Me sohbeteke xweş kir. Sohbet li ser mayîn û mirina kurdî bû… Xortê nezewicî got ez gereke bi kurdeke kurdîzan re bizewicim. Eger zarokên min bi kurd mezin nebin, ez qet nazewicim, got. Ew ê wisa bike yan na, tukes nizane, lê fikreke xweş bû.
Min jê re got ciwanên ku wek te difikirin gelek in? Got belê di nav xwendekarên zankoyê de pirsa ziman ciddî tê niqaşkirin. Ev jî tiştekî hêvîdar bû…
Li mala mazûvanê min cîranekî wî yê faris jî hat, pêşeyê wî heykeltraşî ye, me bi hevra şîv xwar û sohbet kir. Wî sozek da ku heykelê Evdalê Zeynikê çêke, lê tenê wek bust, ne mezintir. Wî di nav sohbetê ev jî got : PKK jî alîkariya dewletê bike, tirk wê bi kurdan û bi zimanê kurdî nikaribin, ji ber ku çanda kurdan çandeke bi hezar salan kevn e. Di dilê xwe de dibêjim ev jî dîtinike hêvîbar û xweş bû, bila hemû kurd dengê te bibihîzin camêr.
Li Agirî, Bidlîsê û qezayên wan û Erdîşê bi kesên ji bingeha PKK/HDP re qise dikim, wek berê êrişkar nînin, sakîn gudarî dikin, gotina we rast e dibêjin. Ev jî guhertineke baş e…
Ciwanên kurd yên ku di saya karên çêkirina avahiyan (li rojavayê Tirkiyê) alîkariya abûrî ya malbatên xwe dikin gelek in. Tev jî hosta ne, ji malbatên xwe re xaniyên kevirî û bi banên sackirî çê dikin. Hinek ji wan xaniyan ji der ve wek vîllayên Ewropayê xuya dikin. Ev jî tiştekî baş e.
Em li gundekî rastî Mîrbahaddîn – yek ji wan hostayên xaniyan hatin ku bi xwe him hosta ye, him jî parêzvanekî ekolojiyê ye. Mîr-Bahaddîn dibêje di çemên Geliyê Zîla de beqên taybet û sekav li ber xetara nemanê ne, ji ber bendavê. Ev camêr bi kirin û projeyên xwe hewl dide ku bala raya giştî, ya merciyên resmî û dinyayê bikişîne ser ekolojiya herêma xwe. Ev jî tiştekî hêja bû me dît û bihîst. Li wî gundî ku parçeyek ji bihuştê ye, vexwarina çay û sohbeta li baxçeyê birêz Mihemed Ceyhan kêfexweşiyeke mezin bû. Me têra xwe wêne û vîdeo kişandin. Ji kek Şefîq û Mihemed û hemû camêrên din ra spas û malavayî! Gera me li Geliyê Zîla, Patnos, Erdîş, Elcewaz, Xelat, Tetwan û Bidlîsê pir xweş bû.
Bi kurtî gera li welêt ji aliyekî şabûn û kêfxweşî, li aliyê din xemgînî da min… Xasima rewşa ciwanan, ku bê îş û kar in, di krîzeke mezin da dijîn, cihê xemgînîyê ye. (DAWÎ)
(Not min dikaribû dûr û dirêj û bi hûrgilî behs bikim, lê nivîsên dirêj çend kes dixwînin?…)

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi