hêşta birînên êzidyan ne hatîne sarêjkrin
xalid xidir
pştî hêrşa çekdarên tîrorstên da’ş li ser deverên êzidyan،bi taybetî li ser êzidyên devera şingalê،ku j encamê wê hêrişa dirndane êzidyên şngalê tûşî mezintrîn cînosayd bûn d dîroka nûda،b hezaran kes hatine kuştn û b hezaran hatine girtin b taybetî jin û zarok kirne kenîze û li bazarên nexasê kirîn û firotin pê hate kirin،jblî talankirin û wêrankrnê û xirabkirna mezargehên pîroz l çiyayê şngalê û deşta neynewa،zêdebarî awarebûna b sedên hezara xelkê êzdî di nav kempan da û koçkirna jimareka mezin bo welatên europî û ustralya û emrîka û keneda.ji encamê vê hemûyê aştî ya civakî hate têkdan û êzidî tûşî bê omêdîyeka mezin bûn û bawerya wan b dewruberên wan hate şkandn، sererayî nemana da’şê axa êzdya ya ku zorbeya here bitr dikeve şngalê bûye gorepana gropên çekdar û ne yasayî ku eu hêz û grope buyne egerê ne aramî û ne êminahyê û nebûna mitmanê û ewlehyê l wê deverê،êzdî niho di qonaxeka zor hestyar û alozda derbaz dibin،mlletekî 60% yan bitr jyana xo dinava kempên awarebûnê da diborînt،her heyamekê hindek çadir di êne sotin، mlletek berê btrya wî l koçkrnê bo çarenvîsekî nedyar، her heyamekê hindek kes dibne qûrbanî ya rêyên koçberya ne yasayî، êzdî mlletekn axa wî bûye gorepana hêzên byanî،ta niho êzidya gotareka êkgirtî nîne،êzidî niho mlletekî dabeşkrîne li ser komeka pirsa dinafxoya xoda.heta niho b şêwekî pêtvî danpêdan b cînosayda êzdya nehatye kirn l ser astê civakê nêv neteweyî
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî