March 14, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hejmara nûnerên Kurd di nava komîteya sererastkirina destûrê de hat zêdekirin

Hejmara nûnerên Kurd di nava komîteya sererastkirina destûrê de hat zêdekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Sibe 11/11/2019 komîteya sererastkirina destûra Iraqê dicive û armanc ji civînê jî, danîna nexşeriyekê ye bo destnîşankirina madeyên ku pêwîstiya wan bi serastkirinê heye.

Endamekî komîteyê jî dibêje hinek alî di hewla wê yekê de ne ku ji bilî serastkirina hinek madeyên destûrê, hinek bingehên destûrî jî biguherînin . Serastkirina destûra federal a Iraqê behsa germ a îro ye.

Li kolan û meydanên siyasî li Bexda û Herêma Kurdistanê jî.Tiştê cihê balkişandina her aliyekî ye, ne tenê ew made ne, ku egera serastkirina wan heye, lê belê ew bingeh e, ku destûr li gorê bê serastkirin.

Komîteya Parlementoya Iraqê ji bo serastkirina destûrê dibêje, hêj binemaya serastkirina destûra wan yekalî nebûye. Endamê Komîteya Parlementoyê ji bo serastkirina destûra federal a Iraqê Ednan Zerfî ji Rûdawê re got: “Heta niha komîteya me tenê yek carê civiyaye û niryar e Duşema bê, dîsa ji bo danîna nexşerêyekê bicive.

Ew nexşerê ji bo destpêkirina kar û destnîşankirina wan madeyên destûrê ye ku pêwît e bêne serastkirin, lê ev kar bi bê liberçavgirtina madeyên destûrê, ku rêkara serastkirina destûrê diyar kiriye, nabe.

Derbarê madeya 142 ya destûra Iraqê jî, divê hemû aliyên siyasî û pêkhate li ser serastkirina destûrê û misogerkirina wê serastkirinê di giştpirsiyê de bihigêjin rêkeftinê û bê guman di her egerekê de, divê mafên hemû pêhateyan li ber çavan bêne girtin û di dawiyê de, kes naxwaze destûr bi hêzê bê serastkirin” Di destûra Iraqê de, du made hene, ku wan rêkara serastkirina destûrê diyar kiriye.

Li gorî madeya 126, Serokomar û Encûmena Wezîran bi hev re yan yek li ser pêncan ji endamên parlementoyê dikarin pêşniyaza serastkirina destûrê bikin, pişt re deng li ser bê dan û têkeve giştpirsiyê.

Herwiha di madeya 126 de, bendek heye dibêje, nabe bi bêyî razîbûna desthilata yasadanînê û razîbûna piraniya nişteciyên Herêma Kurdistanê, di giştpirsiyê de, ew desthilat bêne serastkirin, ku taybetmendiya wan a federalî nîne û desthilatên herêman in. Hevdem di madeya 142 ji destûra Iraqê de, mercê wê yekê heye, ku serastkirina destûrê bi giştpirsiyê bi awayekî dibe 2 li ser 3 ji dengderan li 3 parêzgehan yan bêhtir red nekin, eger na, serastkirin dişike.

Di demekê de, di madeya 142 de hatiye ku kar bi bendên madeya 126 nayê kirin heta ku madeya 142 ji destûrê neyê cîbicîkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi