Serok Barzanî pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Yekitiya Cîhana Misilmanan kir
BasNews – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Yekitiya Cîhana Misilmanan û şandeya li gel kir.
Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:
Roja şemî 22.05.2021 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr Elî Qeredaxî Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhaniya Zanayên Misilman û şandeke hevbeşa Zanîngeha Geşepêdana Mirovî û Rêxistina Tevgera Mirovî li Kurdistanê kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên siyasiyên dawî guftûgo kirin.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê karubarê xêrxwazî û girîngiya rêxistinên mirovî û xêrxwaziyan yên li yarmetîdana civaka Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha tekez jî li pêwîstiya destgirtina bi bihayên bilindên civakê û pêşxistina perwerdeya tendirust û niştimanî kirin.
Hêjayî gotinêye li vê hevdîtinê de Fazil Mîranî Sekreter û Hoşyar Zêbarî û Mehmud Mihemed Endamên Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê amadebûn.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî