February 09, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî diçe Abu Dabiyê

Nêçîrvan Barzanî diçe Abu Dabiyê

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Şazadeyê Cihnişînê Abu Dabiyê El Nehyan dê seredana Îmaratê bike. Barzanî dê li Îmaratê çend civînên pêk bîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hevdîtinên fermî dê roja Şemiyê 12ê Hezîranê biçe Îmaratê.

Helkewt Ezîz, Peyamnêrê Rûdawê li Abu Dabî, bi bîr xist ku Şazadeyê Cihnişînê Abu Dabiyê Şêx Mihemmed bin Zaîd El Nehyan, û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îmaratê, meha borî vexwendnameyek fermî ji Barzanî re şandibûn û serdan di vê çarçoveyê de hate plan kirin.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku li Îmaratê ji bo serdanê dest bi amadekariyan hatine kirin û got ku Îmarat welatek e ku dixwaze li heremê roleke girîng bilîze, hewl dide ku bi Iraqê re têkilîyên xurt bidomîne û li ser vê bingehê girîngiyê dide Herêma Kurdistanê.

Îmaratê di sala 2012an de bi fermî konsulxaneya xwe vekir û ji wê demê heta niha têkiliyên aborî yên di navbera her du aliyan de di astek bilind de ne.

Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 3ê Adara 2021an de pêşwazî li konsolosê Îmaratê yê Hewlêrê Ehmed Îbraîhm El Zahîrî kiribû. Konsolos di wê hevdîtinê de nameya vexwendnameya fermî ya El Nehyan pêşkêşî Barzanî kiribû.

Bi rêya nameya vexwendinê, Al Nehyan xwestibû ku têkiliyên Îmaratê di her warî de bi Herêma Kurdistanê re xurt bike.

Ji ber vexwendnameyê Nêçîrvan Barzanî spasiya El Nehyan kiribû û herwiha Barzanî diyar kir ku dê di demek guncaw de serdanê pêk bîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi