Hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Yûnanistanê li Atîna dest pê kir
BasNews – Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Yûnanistanê Kiriakos Miçotakis dest pê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana Belçîkayê, duh gihişte Yûnanistanê.
Qasekî beriya niha jî hevdîtina Mesrûr Barzanî û serokwezîrê Yûnanistanê dest pê kir.
Li gor daxuyaniya hikûmeta Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê serdanê de dê ligel rayedarên Yûnanistanê bicive û li ser geşedanên herêmê û pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Yûnanistanê, bi taybetî derfetên sermayeguzarî û veberhênana Yûnanistanê li Herêma Kurdistanê gotûbêj were kirin.
Beriya serdana bo Atînayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdan Belçîkayê kir û li wê derê ligel Serokwezîrê Belçîkayê û Serokwezîrê Herêma Flandersê û Cîgira Serokwezîr û Wezîra Derve ya Belçîkayê civiya.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî