Serok Barzanî sersaxî da malbata Yûrî Nebiyêv
Serok Barzanî bi wê helkeftê peyamek sersaxiyê belav kir. Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê siyasî û kulturî yê Kurdê Rûsya û Cîgirê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Yekîtiya Sovyeta berê û Serokê Rêxistina Hevkarî û Tebayî ya li gel gelê Kurd Mamosta Yûrî Şamîl Nebiyêv gihîşt me ku ji ber nexweşiyekê li bajarê Moskowê koça dawî kiriye. Mamosta Yûrî Nebiyêv kesayetiyekî dilsoz û neteweyî bû ku roleke ber bi çav di yekîtî û tebayî ya di navbera Kurdan û belavkirina kultur û hizr û bîra neteweyî de hebûye.
Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û nasên xwedê jêrazî Yûrî Nebiyêv û cemawer û rêxistin û çalakvanên Kurd li Rûsya û welatên Sovyeta berê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji Xwedayê mezin hêvîdar im hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê û ruhê xwedê jêrazî şad be.
Mesûd Barzanî
06.07.2021
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî