Li Başîkê teqîn – Du serbazên Tirkiyê birîndar bûn
BasNews – Li devera Başîk ya bajarokê Şêxan yê Herêma Kurdistanê bombek bi hêzên Tirkiyê de teqiya.
Qaymeqamê bajarokê Şêxan, Serdar Yehya ji BasNewsê re got, îro danê nîvro li nêzîkî gundê Zîlkan yê Şêxanê, ku dikeve ser rêya nahiya Başîkê, bombek bi otomobîla serbazên Tirkiyê de teqiya.
Yehya da zanîn, di wê teqînê de 2 serbazên Tirkiyê birîndar bûn.
Qaymeqamê Şêxan da xuyakirin, dest bi lêkolîn û lêpirsînê li ser wê teqînê hatiye kirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî