Wezareta Tendirustiyê: 2.178 kesên din bi Koronayê ketine
BasNews– Wezareta Tendrustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 1.78 kesên din bi Koronayê ketine.
Ligor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê di heyama 24 saetên dawînde 2.178 kesên din bi Koronayê ketine û 1.57 kes baş bûne û 14 kes jî bi Koronayê mirine.
Herwiha heta niha li seranserî Herêma Kurdistanê 214 hezar û 6 kes bi Koronayê ketine û 192 hezar û 351 kes jî baş bûne û 16 hezar û 966 kes di jêr çavdêriya pizîşkî dene. Herwuha 4 hezar û 689 kes jî bi Koronayê mirine.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî