Li Herêma Kurdistanê 19 kesên din bi Koronayê mirin
BasNews – Li Herêma Kurdistanê 19 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 2400 kes jî pê ketin.
Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 2 hezar û 422 kes bi Koronayê ketine û 814 pêketî jî baş bûne.
Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 19 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 4805 kesan.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî