February 08, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

YBŞê kuştina fermandarê xwe di êrişa li ser Şingalê de piştrast kir

YBŞê kuştina fermandarê xwe di êrişa li ser Şingalê de piştrast kir

Hewlêr (Rûdaw) Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) di daxuyaniyekê de kuştina fermandarê xwe yê payebilind Seîd Hesen, di êrîşa esmanî ya artêşa Tirkiyê de li navçeya Şingalê ragihand.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku êriş di demjimêr 12:10an de li navenda Şingalê û li ser rêya Bazara Kevn li dijî otomobîleke wan hatiye kirin.

YBŞê diyar kiriye ku êriş bi balafirên bê firokevan ên Tirkiyê hatiye kirin û dibêje, Fermandarê YBŞê Seîd Hesen û biraziyê wî yê şervanê YBŞê Îsa Xwedêda di êrişê de jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, “Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd ketin. 3 sivîl bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces û Mîrza Elî birîndar bûn.”

Fermandariya YBŞê diyar kir ku “êrişa îro ne ya destpêkê ye” û destnîşan kir, dewleta Tirkiyê bi van êrişên faşîst û qirker hewl dide civaka Êzdî qir bike, êrişê dibe ser mafê xweparastin û xwerêvebirinê ya Êzdiyan.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku dewleta Tirkiyê beriya niha bi sê salan di 15ê Tebaxa 2018an de Zekî Şingalî bi heman rengî kire armanc û kuşt.

YBŞê da xuyakirin ku xwîna fermandarê wan Seîd Hesen dê li erdê nemîne û destnîşan kir, “Soza me ya ji bo Şehîd Seîd, Şehîd Mam Zekî û Şehîd Îsa ew e ku em ê Şengal a azad, demokratîk û xweser ava bikin û gelê xwe biparêzin. Li ser şopa şehîdan em ê serketinê misoger bikin.”

Nadine Maenza, Seroka Komîsyona Azadiyên Olî ya Navneteweyî ya Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê (USCIRF) di twîtekê de êrîş şermezar kir.

Maenza di peyama xwe de ragihandiye, “Dewama hedefgirtina Tirkiyeyê ya li dijî Êzdiyan divê ji hêla civaka navneteweyî û Dewletên Yekbûyî ve bê şermezarkirin.”

Tirkiyê heta niha derbarê êrîşê de ti daxuyanî nedaye, lê car caran êrişên wiha li dijî YBŞê li Şingalê pêk tîne.

Îro Duşemê 16ê Tebaxê, firokeyeke bê firokevan otomobîlek li navenda qezaya Şingalê kir armanc, ku di encamê de 2 kes hatin kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Heşda Şeibî jî derbarê bombebarana li Şingalê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, Seîd Hesen fermandarekî wan ê Hêza Êzdî di êrişa îro de li navenda Şingalê hatiye kuştin.

Desteya Heşda Şeibî dibêje: “Fermandarê Fewca 80 a Hêza Êzdî ya jibo parastina Çiyayê Şingalê ya ser bi Heşda Şeibî ve, Seîd Hesen Seîd, di encama bombebarana firokeyeke bê firokevan a nediyar de li nav qezaya Şingalê li bakurê rojavayê parêzgeha Neynewayê hat kuştin.”

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Êriş bûye sedema şehîdbûna kesekî li gel Fermandarê Fewca 80, li gel birîdnarbûna 3 çekdarên din.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi