Mesrûr Barzanî: Ez kêfxweş bûm ku min li Hewlêrê pêşwazî li Serok Macron kir
BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo pêşwazîkirina li Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Herêma Kurdistanê nîşan da û diyar kir; ev serdan tekezî li ser dostaniya bihêz a navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya facebookê de ragihand: “Ez kêfxweş bûm ku min îro li Hewlêrê pêşwazî li Serok Emmanuel Macron kir.”
Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Ev serdan tekezî li ser dostaniya bihêz a navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê dike.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî