Encamên destpêkê: PDK li Duhokê 8 kursiyan bi dest tîne
Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encamên destpêkê yên nefermî yên hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Duhokê 8 kursî bi dest xistine, Yekgirtû 2 kursî û YNK jî 1 kursî bi dest xistine.
Piştî hilbijartinên giştî yên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê, encamên nefermî hatin belavkirin.
Li gor yasaya nû ya hilbijartinan li Iraqê, parêzgeha Duhokê bo ser 3 herêman hatiye dabeşkirin, û 11 kursiyên vê parêzgehê di parlamentoya Iraqê de hene. Li gor encamên nefermî, PDK li Duhokê 8 kursiyan bi dest dixe, Partiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (Yekgirtû) 2 kursî, Hevpeymaniya Kurdistanî ku Tevgera Goran û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) pêk tê, 1 kursî bi dest aniye.
Li gor encamên ku heta niha ji çavkaniyeke taybet ve bi dest Rûdawê ketine, encamên 64 binkeyên li bazneya 3 ya Duhokê ku çar kursî ne, bi vî awayî ye:
Muwefeq Şehab- PDK: 25380 deng
Viyan Sebrî-PDK: 13589 deng
Çiyay Teymûr-PDK: 9962 deng
Xesro Ebdulla-PDK: 12577 deng
Herwiha encama dengdana taybet li 9 binkeyên bazneyên Yek û Du yên Duhokê wiha ye:
Xalid Selîm-PDK: 1576 deng
Cemal Koçer-Yekgirtû: 1515 deng
Sebah Etrûşî-Serbixwe: 317 deng
Evîn Sebah-PDK: 1429 deng
Fehmî Selman-PDK: 1221 deng
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihandiye ku dê di 24 demjimêrên bê de encamên fermî yên hilbijartinan eşkere bike.
Parlamentoya Iraqê ji 329 kursiyan pêk tê û îro li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê, dengder çûne ser sindoqên dengdanê. Ji bo hilbijartinên îro, nêzîkî 24 milyon kesan mafê dengdanê hebûn.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî