Wezareta Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî pêkanîna du lîwayên hevbeş gotûbêj kirin
BasNews– Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand; Şêwirmendê Bilind ê Wezareta Pêşmerge Hejar Umer pêşwazî li Şêwirmendê Hevpeymaniya Navdewletî Kolonol Tad Boros û şanda pê re kir.
Wezaretê eşkere kir ku di hevdîtinê de behsa amadekariyên pêkanîna du lîwayên hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de hat kirin.
Herwiha ragihand ku her du aliyan tekez kirine ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê, piştevan û alîkar dibin ji bo pêkanîna wan du lîwayên hevbeş û êrîşên esmanî yên di şerê dijî DAIŞê de.
Hat diyarkirin ku li ser diyaloga stratejîk a navebra Iraq û Amerîkayê gotûbêj hat kirin, ku şanda bilind a Herêma Kurdistanê beşdarî wê diyalogê bû.
Wezareta Pêşmerge eşkere kir; biryar e roja pêncşema bê, lijneya berevanî û asayîşê ya navbera Iraq – Amerîkayê bi beşdariya Nûnerê Herêma Kurdistanê Hejar Umer gereke din a civînan dê were encamdan.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî