Şarazayekî ewlehiyê yê Iraqê: Divê sînorek bo PKKê bê danîn
Şarazayekî ewlehiyê yê Iraqê daxwaz dike, sînor ji bo tevgera PKKê bê danîn, ew jî bi hemahengî kirina di navbera hikûmeta Iraq a federal û Herêma Kurdistanê ve dikare pêkbê.
Şarazayê ewlehiyê yê Iraqê Sermed Beyatî îro 28.05.2022yê ji BasNewsê re ragehand, PKK herçend di bin nav û bahaneyên şerkirina li dijî DAIŞê û bangeşeya wê yekê dike ku xwedê girawî parêzgeriya axa Iraqê dike, ‘’Lê ev ne bahaneye ji bo binpê kirina serweriya axa Iraqê bike û beşek navçeyan dest dayne ser û ji wan deveran ve êrîşî Tirkiyê yan jî li ser hin navçeyên din ên Iraq û Herêma Kurdistanê bike.’’
Herwaha got, tekoşîna hember PKKê de pêwîstî bi hemahengiya di navbera hikûmeta Iraq a federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê heye û hewldan di wî alî de divê bên rêxistin kirin. ‘’Bê ku em hebin zehmet û nepêkane sînor ji bo zêdegaviyên PKKê bên danîn, lê divê sînorek ji bo wan bê danîn, pêwîste hemahengiyek di hemû asta de hebe.’’
Beyatî got, PKK nav Iraqê de navê partî û grubên cuda li xwe kiriye, ‘’Lê hemû kes jî dizane ku ew grub û milîs ser bi PKKê ne, eger PKK dixwaze şerê Tirkiyê bike, bila biçe li sînorê dewleta Tirkiyê de wî şerî bike.’’
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî