Li Duhokê bajarekî 3400 salî hat dîtin
Duhok (K24) – Li navçeya Sêmêlê ya ser bi parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê bajarekî ku dîroka wî vedigere 3400 salan hat dîtin.
Ji ber ku asta ava Bendava Mûsilê kêm bû, piştî 40 salan ev bajarê dîrokî hat dîtin. Şûnwarnas diyar dikin ku dîtina vî bajarî belgeyek e li ser şaristanî û dîroka Kurdistanê.
Li gor tekstên bismarî ku di xebatên lêkolînê de hatine dîtin, ev bajar navendeke girîng a şaristanî ya Mîtanî bûye û gelek avahî tê de hene.
Kurdistan xwedî dîrok û şaristaniyeke kevnar e, dîtina şûnwarên dîrokî jî belgeyên herî baş in li ser dîroka Kurdistanê.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî