February 07, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Pisporekî aborî: Projeyên kabîneya nehem dê di berjewendiya hemwelatiyan de encamên wê yên baş hebin

Pisporekî aborî: Projeyên kabîneya nehem dê di berjewendiya hemwelatiyan de encamên wê yên baş hebin

BasNews – Endamekî encûmena nûnerên Iraqê û pisporê aboriya giştî radigehîne, hikûmetê xerc bi rêjeya sedî 67 kêm kirine û kar û çalakî û projeyên xizmetan de berdewame û ragehand: ‘’Nabe lez li helsengandina projeyên serokê hikûmetê û kabîneya nehem bê kirin, guhertin dema wan wexta ku hat dê diyar bin û dê berjewendiya hemwelatiyan de be.’’

Endamê encûmena nûnerên Iraq û pisporê aboriya giştî Sîpan Şêrwanî derbarê plan û karên hikûmetê yên kêmkirina xercan û ji bo nehiştina hederdanê de radigehîn, vê kabîneya hikûmetê kariye zêdetir ji sedî 67 xercan kêm bike û çalakiyên xwe jî berdewam kiriye û kariye rê li hederdanê bigre. Li gor lêkdana zanista aborî, ango hikûmraniya aborî, piraniya pêdiviyên tevger xistinê jî bi kêmtirîn xercan ve dabîn kiriye. Li hember wê jî sedî 67 xerc kêmbûne ji bo projeyên stratejîk, ên wek veberhênana projeyên berhemanînê, jêrxana demdirêj û giringîdan bi pêşxistina hevsengiya erdnîgarî û sektoran.  

Herwaha dibêje: ‘’Ev profesyoneliya di warî aborî de bi kes û rêveberekî karîzmatîk û akademîsyenekî wek kak Mesrûr Barzanî ve dikare bê kirin.’’

Sîpan Şêrwanî dibêje, serokê hikûmetê bi projeyan dikare di şeş salên pêş Kurdistanê bike xwedî aboriyekî modern û sîstematîk, bihêz û pişta xwe bixwe ve girêdide.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi