Yekemîn sirûd bo komara Kurdistanê re tê tomarkirin
BasNews
Du hunermendên başurê Kurdistanê dest bi tomarkirina sirûdekê li ser komara Kurdistanê kirin.
Her du hunermend Ebdulqehar Zaxoyî û Ismaîl Coma bi awayeke duwêt sirûdek bi navê “Bi xêr werin komara Kurdistanê” li welatê Tirkiyê tomardikin.
Kesek nêzîkî hunermed Ismaîl Coma bi navê Ismet Doskî ji BasNewsê re ragehand ku, ev sirûd bi şêweyekî profîşînal ji aliyê Mihemed Zekî ku, mezintirîn mûzîjenê Kurde û bi alîkariya sendîkeya hunermendên Dihokê tê tomarkirin.
Herwiha Doskî da zanîn ku, ew sirûd bi awaz û têkesta Ismaîl Coma ye û beşek ji karê wê sirêdê jî bi dawî hatiye û dê di demeke nêzîk de belav bibe.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî