Papa, piştî 10 rojan ji nexwaşxaneyê derket
BasNews – Papayê Vatîkanê piştî 10 rojan li nexwaşxanê ma îro ji nexwaşxanê derket û vegeriya Vatîkanê.
Êvariya roja 04.07.2021ê li nexwaşxaneya Gemelî ya paytexta Îtalyayê Romayê ji bo emeliyatekî rovîkan hat razandin û piştî emeliyatê ku rovîka stûr a Papa beşek jê hate girtin.
Li gor nûçeya çapemeniya Îtalyayê, naha rewşa tenduristiya Papa Francis başe û îro 14.07.2021ê li nexwaşxaneyê derketiye û vegeriyaye Vatîkanê.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî