Biden û Mistefa Kazimî li Koşka Spî hevdîtin kirin
BasNews – Serokê Amerîka Joe Biden pêşwazî li serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir û ragihand, êdî Amerîka di şerê terorê de tenê alîkarî û rahênana artêşa Iraqê bike.
Serokê Amerîka Joe Biden îro li Koşka Spî pêşwazî li serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.
Mistefa Kazimî di civînê de ragihand, pêwendiyên Amerîka û Iraqê ji hemû deman bihêztir in û got, em hez dikin Iraq û Amerîka zêdetir nêzîkî hev bibin.
Joe Biden jî got ku Amerîka dê li ser alîkarîkirina Iraqê û artêşa wî welatî berdewam be lê êdî dê tenê alîkarî û rahênana artêşê bike di şerê terorê de.
Biden da zanîn jî ku ewê hinek vaksîna Koronayê jî bidin Iraqê.
Beriya niha Amerîka ragihandibû, hêzên wan êdî ji rewşa şerker li Iraqê derdikevin û tenê dibin hêzên piştevan bo artêşa Iraqê
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî