February 08, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hikûmeta Efxanistanê radestî Talîbanê tê kirin

Hikûmeta Efxanistanê radestî Talîbanê tê kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Talîbanê derdora paytexta Efxanistanê bajarê Kabulê dorpêç kiriye û şandek bo rêkeftina ligel hikûmeta Efxanistanê şandiye Koşka Serokatiyê. Berpirsên Talîbanê dibêjin, li benda radestkirineke aştiyane ya desthilatê ne.

Serokê Efxanistanê Eşref Xenî biryar da di çend demjimêrên pêş de hikûmeta wî welatî radestî Talîbanê bike û hikûmeteke demkî were pêkanîn. Wezareta Navxwe ya Efxanistanê jî ragihandiye ku rewşa emnî ya Kabulê li xwe digre heta desthilat tê radestkirin.

Tevgera Talîbanê ji hemû aliyekî ve Kabul dorpêç kiriye, hêzên biyanî dest bi vekişandineke bilez a karmendên xwe ji nav balyozxane û ofîsên dîplomatîk kirine, Amerîka jî dibêje heta niha kêmî 50 serbazên wan li nav Kabûlê mane.

Vê sibê Tevgera Talîbanê daxuyaniyek belav kir û daxwaz dike zilm li xelkê sivîl ê Kabulê neyê kirin û herwiha daxwazê ji jinan dike stargeh û cihên silamet box we bibînin.

Talîban dibêje, naxwazin şer li nav Kabulê çêbibe. Pêşketina Talîbanê bo nav Kabulê piştî wê yekê hat ku vê sibê Celalabada li rojhilat û deriyê sînor ê ligel Pakîstanê kontrol kir. Piştre ragihand ku hemû deriyên sînorê yên Efxanistanê kontrol kirine, tenê cihê bo derketinê Firokexaneya Navdewletî ya Kabulê ye.

Ji aliyê din ve hat ragihandin çekdarên Talibanê li Kabulê ketin taxên li dervayî bajêr.

Milîtanên Talibanê ketin herêma pîşesaziyê ya Bagramiyê ya ku 8 kîlomêtro dûrî bajar e û ketin herêma Deşta Berçiyê ya 5 kîlometre dûrî bajêr e.

Doh Serokê Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniyekê de hişyarî da Talîbanê ku eger zerar bigihe yek serbazên Amerîkî, bi êrîşeke dijwar a serbazî bersiv tê dayîn û got: “Ez çarem serok im şerê Afxanîstanê dibînim û nahêlim bo serokê pêncem bicîh bimîne.”

Amerîka berevaniyê li biryara vekişandina hêzên xwe yên li Afxanîstanê dike û dibêje: “20 sal e şer dikin, armanca me hat dîtin û me gefa Qaîdeyê jinav bir ku careke din nikare Afxanîstanê bike hêlîneke silamet bo wêya êrîşî Amerîka û hevpeymanên wê bike.” CNN dibêje, Amerîkayê bi pêşketina bilez a talîbanê zaniye lewra plana vekişandina hêzên xwe pêşxistiye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi