November 21, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî çima serdana Akademiya Serbazî ya Sandhurst a Brîtanyayê kir?

Nêçîrvan Barzanî çima serdana Akademiya Serbazî ya Sandhurst a Brîtanyayê kir?

London (Rûdaw) – Akademiya Serbazî ya Sandhurst a Şahane ya Brîtanyayê, yek ji nastirîn û navdartirîn navendên serbazî yên Brîtanyayê ye. Du keçên Kurd jî li wê navendê perwerdeyê dibînin û Serokê Herêma Kurdistanê jî dibêje, ew “cihê şanaziyê ne.”

Akademiya Serbazî ya Sandhurst a Şahane, ji ber wê girîngî û rola xwe pêgihandinê, yek ji rawestgehên serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû li Londonê. Bi taybetî jî ku vê carê du keçên Kurd jî yekem car e ji Herêma Kurdistanê bow ê akademiyê hatine wergirtin û xula efseriyê dixwînin.

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê wan herdu keçên Kurd ku li wir rahênanê dibînin, ji rojnamevanan re got, “Hêvîdar im dema vegeriyan Herêma Kurdistanê, bikarin wê ezmûna di vê heyamê de bidest xistine li Wezareta Pêşmerge cîbicî bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê got, “Me di çarçova serdana xwe ya Londonê de serdana Akademiya Serbazî ya Şahane ya Brîtanyayê kir. Ez kêfxweş bûm ku di çarçova vê programê de du kesên ji Herêma Kurdistanê jî beşdar in, du jin ku bi rastî e a min dît cihê şanaziyê ne bo wan tiştên ku li vir fêr dibin. Ez bi hêvî me dema vegeriyan Kurdistanê jî bikarin wê ezmûna di vê heyamê de bidest xistine li Wezareta Pêşmerge cibîcî bikin. Ez bihêvî me ku em bikarin ji Wezareta Pêşmerge kesên zêdetir bo Akademiya Serbazî bişînin. Ev di çarçova wê programê de ye ku li gel Iraq û Herêma Kurdistanê tê kirin.”

Li seranserê Iraqê îsal tenê 6 kes bo wê akademiyê hatin wergirtin ku du ji wan Kurd in û xelkê Başûrê Kurdistanê ne. Lîlo Xalîd a temen 26 salî û Mîdya Mestî ya temen 30 salî; herdu xelkê bajarê Silêmaniyê ne. Lîla Xalid ev 3 sal in pêşmerge ye li Hêza Pêşmergên Kurdistanê û e ji nav 35 jinan hatiye hilbijartin bo vê akademiyê ji bo ku bo dema salekê xula efserî bixwîne.

Mîdya Mestî xula 3 mehî wergirtiye û niha temam kiriye û vedigere Herêma Kurdistanê. Herduyan ji nêzîk ve behsa ezmûna xwe kirin bo Serokê Herêma Kurdistanê.

Mîdya Mestî ji Rûdawê re ragihand, “Berî ku bêm vê derê, min posteke sivîl hebû. Rast e min di nexweşxaneyeke serbazî de kar dikir, lê ti ezmûneke min a serbazî tune bû, kesûkarên min hebû, lê min nebû. Lewma bi rastî astengî bû bo min. Ev xula serbazî xuleke gelek tund e, ji ber ku di heyama 8 hefteyan de pileya efserî tê wergirtin. Rahênana beden, ezmûn û rahênana teoriyan, ew hemû astengî bûn, lê xweşbextane min karî hemûyan bi serkeftî derbas bikim.”

Akademiya Serbazî ya Sandhurst a Şahane ji sala 1947an ve aktîv e û bi dehan şazadeyên Brîtanî, Îmaratî û kesayetên navdar ên wek Churchill, Sultan Qabûs û Şah Ebdullahê Şahê Urdinê li vê akademiyê meşq û rahênan dîtine. Berpirsên akademiyê bi şanazî akademiya xwe bi Serokê Herêma Kurdistanê nasandin ku dema salekê ye xwendekarên pêşmerge jî li vir rahênanê werdigirin.

Şêwirmendê Berevaniyê yê Taybet li Akademiya Serbazî ya Sandhurst a Şahane Çalî Saykis, ji Rûdawê re ragihand, “Me hejmareke sînordar a xwendekarên ji Iraqê heye ku tên vê akademiya cîhanî ya navdar a Sandhurst. Ji sala derbasbûyî ve em xwendekaran ji hêzên Pêşmerge werdigirin. Ji 3 kesan ku me ji hemû Iraqê wergirtine, yek pêşmerge di nav wan de bû, lewma em salane pêşmergeyekê werdigirin û karekî mezin e ku niha em duyem pêşmerge dibînin ku hemû xulên xwe bi serketî derbas kirine.”

Meşq û rahênana bi pêşmergeyên Kurdistanê li akademiyên Brîtanyayê daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê bû ji berpirsên vê akademiyê. Hatina wî bo akademiyê û pesndayîna pêşmerge jî handan û wêrekiyeke bilind dibexşe.

Lîla Xalîd, ku yek ji keçên xwendekar a Akademiya Serbazî ya Sandhurst a Şahane ye ji Rûdawê re got, “Ez gelek kêfxweş bûm ku min serokê xwe dît. Min ji heval û fermandarên xwe re got îro serokê min tê vê derê û min dibîne. Îro rojeke gelek xweş bû bo min, ji ber ku ez şanazî dikim ku wek kurdek û pêşmergeyek, li vir li Sandhurst dixwînim û serokê min jî hatiye vir û serdana me kir, lewma ji bo min rojeke gelek xweş bû.”

Mîdya Mestî jî kêfxweşiya xwe bi dîtina Nêçîrvan Barzanî derbirî û ji Rûdawê re got, “Ya rastî ez gelek kêfxweş bûm ku serokê me hat vir bo dîtina me, bi rastî ev kêfxweşyek e bo me bi diyarkirî bo Serok Nêçîrvan Barzanî. Ez şanazî bi wî dikin, ew xwedî kesayetiyeke mezin e ku nûnertiya Herêma Kurdistanê û hemû Iraqê dike, lewma em gelek kêfxweş bûn.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha li deftera yadaştnameya akademiyê ku nivîsên gelek serkirde û kesayetên welatan tê de ne, peyama xwe nivîsand û spasiya berpirsên akademiyê kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi