Pirtûka “Têkşikandina Efsaneya DAIŞê li Jêr Serkirdatiya Serok Mesûd Barzanî de” hat çapkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Pirtûka “Têkşikandina Efsaneya DAIŞê li Jêr Serkirdatiya Serok Mesûd Barzanî de” a diktor Şêrzad Azad Sultan hat çapkirin û belavkirin.
Nivîskar derbarê nivîsîna pirtûka xwe de nivîsiye: Serok Barzanî serwerî û xaka Kurdistan û cîhanê ji metrisiya DAIŞê parast û mezintirîn rêxistina teroristî ya cîhanê têkşikand. Ev têkşikandin li Herêma Kurdistanê û cîhanê jî deng veda û bû destpêka ketina DAIŞê li navçe û cîhanê.
Herwiha nivîskar nivîsiye: Şikandina DAIŞê di demekê de bû, ew rêxistin di lûtkeya hêza xwe de bû. Ji ber wê çeka pir a ji revîna artêşa Iraqê û Sûriyê ketibû destê wê, hemû cîhan ketibû nava metirsiyeke mezin, lê belê Pêşmerge bi rêbertiya Serok Barzanî li tevahiya mihweran ew rêxistina teroristî têkşikand û serwerî û dîroka neberd tomar kir.
Tekez kir jî, Serok Barzanî bû sembola pêkvejiyan û parêzvanê xaka Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê ji metirsiya wê rêxistina teroristî.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî