February 07, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Polandayê hezaran xwendekarên Ukraynî dest bi xwendinê kirin

Li Polandayê hezaran xwendekarên Ukraynî dest bi xwendinê kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Polendayê hêdî hêdî jiyaneke asayî bo koçberên Ukraynî tê rêk xistin. Bicîkirin û dabînkirina pêwîstiyên jiyana rojane heta radeyekê hatiye çareserkirin û ji bo zarok ji xwendinê nemînin, dibistan jî hatine vekirin. Xwendekarên ku temenê wan di navbera 13 –15 saliyê de ne û ji pênc bajarên cuda yên Ukraynayê çûne Polendayê, dest bi xwendinê kirine.

Ders ji aliyê mamostayên Ukraynî ên koçberbûyî ve tên amadekirin û dayîn. Lê eger koçberî dirêj bike wê fêrî zimanê Polendî jî bibin.

Li dibistaneke Warsow a paytexta Polandayê bi zimanê Ukraynî li ser deriyê wê hatiye nivîsandin `Bixêr bên`.

“Slava (Yokreyniyê)Ukraini” wate `Serbilindî bo Ukraynayê`… Ew slogana hertim bo piştgirîkirina artêşa Ukraynayê tê gotin, hatiye daleqandin.

Yekem roja xwendekar a dibistanê ye. Yên li wê derê dixwînin temenê wan di navbera 13 – 15 salî de ye û ji pênc bajarên cuda yên Ukraynayê hatine.

Xwendekara Ukraynî Svitlana Lopatynska dibêje: “Ji kêliya yekem ve gelekî bi germî pêşwazî li me hat kirin. Rêveber bi Ukraynî ligel me axifî. Rozeteke bi ala Ukraynayê danîbû ser dilê xwe. Em kêfxweş in ku lui vê derê ne.”

Ders ji aliyê mamostayên Ukraynî ve tên dayîn ku ew bi xwe jî ji ber şer neçar bûne welatê xwe bicîh bihêlin. Mariana mamosteya matematîkê ye… Piştî derbiderbûnê li dibistaneke Polandayê dersan dide.

Mamosteya Penaber Mariana Druchek jî got: “Tişta girîng ew e ku xwendekarên Ukraynî li dibistanê ne û ne li navendên penaberan in. Xwarin bo wan tê dayîn. Hemû tiştek bo wan tê dayîn û şensê wan ê fêrbûna zimanê Polandî jî heye.”

Andrzej, rêveberê dibistanekê ye… Ew dibêje xwendina xwendekarên Ukraynî li gor sîstema Polandî dibe, lê bo siberojê plana wan a vekirina dibistanên Ukraynî jî heye.

Rêveberê Dibistanê Andrzej Wyrozembski jî dibêje: “Xwendekarên Ukraynî fêrî Polandî û Ingilîzî dibin. Hinek ji dersan matematîk, fizîk û werzişî dibin. Niha ya girîng e sîmayeke normal û aram bo wan bê bexşîn daku li vê derê hest bi silametiyê bikin.”

Li gor Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka derketina şer ve û heta niha milyonek û 800 hezar Ukraynî çûne Polandayê.

Li gor daneyên fermî yên Polandayê jî, heta niha 54 hezar xwendekarên Ukraynî li dibistanên Polandî navên xwe tomar kirine.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi