Serokomarê Tirkiye spasiya Serok Barzanî kir
BasNews – Îro 09.02.2023yê di pêwendiyekî telefonî de Serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan ji ber hevxemî û alîkariyan spasiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kir.
Li gor daxuyaniya Baregayê Barzanî ya derbarê wê pêwendiya telefonî hat ragehandin:
Berî nîvroya roja pênçşema 09.02.2023 li peywendiyeke telefoniya di navbera birêz Receb Tayip Erdogan Serokomarê Tirkiye û Serok Mesûd Barzanî da, ji bo hevxemî û hevsoziya wan ya li gel gelê Tirkiye û malbat û kesukarên qurbaniyan û ziyanberketiyên erdheja çend rojên derbasbûyî ya Tirkiye, Serokomarê Tirkiye spasî Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kir.
00S.A
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî