Serok Barzanî li gel Serkirdatiya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê civiya
BasNews – Îro çarşem 15ê Sibatê li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serkirdatiya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê kir.
Di destpêka civînê de bi kurtî behsa kar û çalakî û amadekariyên kongreya her du rêxistinan hate kirin.
Paşê Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir.
Serok Barzanî di destpêka axaftina xwe de bi helkefta nêzîkbûna 18ê Sibatê û 70 saliya damezrandina her du rêxistinên Yekîtiya Xwendekaran û Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê pîrozbahî li ciwan û xwendekaran kir û hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo wan xwest. Her wiha bal kişand ser girîngiya rola xwendekar û ciwanan di perwerdekirina kadroyan de ji bo berdewamkirina têkoşîna siyasî û hizbî û bang li her du rêxistinan kir ku kongreyên xwe bi plansaziyeke zelal ji bo paşerojê û bi ruhê dostanî û niştimanperweriyê li dar bixin.
Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de amaje bi pêşniyar û encamên kongreya 14 a PDK kir û balkişand li ser wê yekê ku divê PDK vegere ser armanc û prensîbên ku ji bo wan hatiye damezrandin.
Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku, çaksazî û guhertinên di nava PDKê de ji bo bihêzkirina nirx, pirensîp û armancên bilind dê berdewam bin.
Li beşekî din ê hevdîtinê de Serok Barzanî hevxemiya xwe jî ji bo qurbaniyên erdheja heftiya borî ya li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê nîşan da û alîkarî û bersiva Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û gelê Kurd bilind nirxand.
Rewşa siyasî ya Iraqê û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê mijarên din ên axaftina Serok Barzanî bûn.
SA
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî