Neteweyên Yekgirtî: Ji ber aloziyê em nikarin Şingalê ava bikin
Rûdaw
Berpirsa Bernameyên Mirovî li Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Lise Grande diyar kir, ku ew dixwazin xizmeta şingalê bikin lê rewşa ewlekarî destûra vê yekê nade.
“Çend meheke em hewldidin av û elektrîkê û herwiha jiyanê vegerînin Şingalê. Lê rewşa ewlekariyê û aloziyên li wir, rê nade me.” Ev bersiva Berpirsa Bernameyên Mirovî li Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî Lise Grande bû ku da pira Tora Medyaya Rûdawê.
Lise Grande diyar kir, ku ev çend meheke NY hewl dide li Şingalê bernameya avadankirinê cîbicî bike û got; “Piştî azadkirina Şingalê em pir dixwazin xizmetgûzariyên weke av, elektrîk û avroya vê herêmê dabîn bikin, jiyanê vegerînin vî bajarî. Lê ji ber xirabiya rewşa eylekariyê, me nekarî em vê karê bikin. Em ji ber şerê vê dawiyê jî nîgeran in.”
Berpirsa Bernameyên Mirovî li Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî raporên derbarê bikaranîna çekên kîmyayî li Mûsilê jî piştrast kir. Lê hikûmeta Iraqê dibêje li ser vê mijarê ti belge nînin.
Beriya niha Amerîka û Brîtanya li dijî wê yekê bûn, ku Civata Ewlekariyê giringiyê bide mijara bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê DAIŞê ve. Digotin Rûsya dixwaze vê yekê derbixe pêş û bala civaka navdewletî bikişe ser aliyekê da ku bikaranîna çekên kîmyeyî yê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve veşêre.
Lê niha helwesta Brîtanya û Amerîkayê hatiye gıhertin. Balyozê Brîtanyayê li NY de Masiw Raikroft dibêje; “Em piştgiriyê didin projebiryarên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî. Brîtanya hemû cure bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nake.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî