Berdevkê Hikûmeta Iraqê: Helebce bû parêzgeha 19emîn a Iraqê
Berdevkê Hikûmeta Iraqê ragihand, bi biryara Encûmena Wezîran a Iraqê, Helebce bû parêzgeh.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî ji K24ê re ragihand, Encûmena Wezîran a Iraqê îro Duşemê 13ê Adara 2023an, biryar da ku Helebce bibe parêzgeha 19emîn a Iraqê.
Ji aliyê xwe ve jî, Sekreterê Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm îro duşemê li rûpela xwe tora civakî “Facebook” nivîsî: Bi biryara civîna Encûmena Wezîrên Iraqê, îro 13.03.2023ê rêkarên ferderalî yên parêzgarîbûna Helebceyê li ser asta Hikûmeta Federal a Iraqê hatin temamkirin û Helebce ji qeza bû parêzgeh.
Ev di demekê de Roja duşemê 13ê Adara 2014an, Kabîneya Heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh.
CH
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî