Amed – (PNA) – Di serî de AK Partî hemû partiyan pêşniyarên xwe yên ji bo beşên destpêkê û dawiyê yên makeqanûna nû amade kirin. BDP di pêşniyara xwe de federasiyoneke ku nav lê nehatiye kirin pêşniyar dike û dixwaze ji xeyrî Tirkî zimanên din jî bibin zimanên fermî.
AK Part, CHP, MHP û BDP pêşniyarên xwe yên ji bo beşa destpêkê û dawiyê ya makeqanûna ku dê nû bê çêkirin, ji Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Cemîl Çîçek re şandin. AK Partî di pêşniyara xwe de bi ravekirinan daxwaza sîstemeke serokatiyê dike. Lê partiyên din dixwazin sîstema parlementeriyê dewam bike. BDP di pêşniyara xwe de dixwaze ku desthilatdarî li herêman bê dabeşkirin û hemû desthilatdar li navendê nebe. BDP dixwaze Tirkiye ji herêmên cuda pêk bên, di van herêman de parlamento û serokatiya van herêman hebe. BDP di pêşniyarê de dibêje “Zimanê fermî tirkî ye” lê di xaleke din de dibêje heke parlamentoyên herêman bixwazin dikarin biryar bigrin zimanê duyemîn ê fermî jî îlan bikin. Li gorî nivîskarê navdar ê Milliyetê Fîkret Bîla, BDP bi vî awayî federasyoneke ku nav lê nehatiye kirin dixwaze.
Di pêşniyara xwe de AK Partî carekê cih dide peyva “tirk”, CHP û MHP dibêjin “neteweya tirk” û dixwazin makeqanûn li ser rêça Ataturk bê avakirin. Lê BDP di şûna tirkbûnê de “Gelê Tirkiyeyê” bi kar aniye û dixwaze ev têgeh bê bikaranîn.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: العربية