شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo 80 salîya berêz Wezîrê Eşo pîrozkir

Şêx Şamo 80 salîya zana u rewşenbîrê Êketîya Sovyeta berê berêz Wezîrê Eşo pîrozkir..

Mamosta yê qedir giran

Em li demekî geihştin 80 salîya cenabê te ku li ser miletê me u tevaya Kurdistanê mixabin rewşeka awerte u perîşan peyda bûye, eger ne ev dest u dare be divîya li 80 salîya jîyê te yê pir ked u xebata zanistî u Edebî merasîmên hêja hebena , zimanzan u Edebnasên Êketîya Sovyeta berê ji Kurdên Êzidî minet u qencî u şûndestên wan di dîyar u berçavên u em bi wan serbilindin u gelê kurd vê yekê bi bilindî di nirxîne ..

Îro civaka Êzidîyan pêwistî zana u rewşenbîrên biha giranin yên wek weyên hêja ji bo derbaskirna vê qonaxa nazik u dijwara bi ser welatê me u bi taybetî li ser Şingala xweragir da hatî .

Bi helkeftê ez ji dil u can salvegera 80 salîya weyên hêja pîroz u bimbarek dikim u daxwaza ji xwedê dilovan dikim jîyekî dirêj u saxlemîyeka baş bide te u hemî xemxorên gelê me ji zana u rewşenbîran ..

Birayê te

Şêx Şamo

Endamê Perlemanê Kurdistanê

u Serokê Desteya bilinda bingehê Laliş

Duhok – Kurdistan

01.11.2014

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê‌ Laliş:Wexerkirina Pîr Xidir Slêman zyaneka mezine bo tevaya Êzdyan

Lalish Duhok

Bi wêne.. DAIŞê ji yek malbatê 62 kes revandine

Lalish Duhok

Li Şingal.. Ji ber hebûna Heşda Şebî kar li ser gorên bikom nayê kirin

Lalish Duhok