شبكة لالش الاعلامية

Kîne em

Lalish Duhok

Bingehê Lalişê yê Roşenbîrî û Komelayetî
Di roja 12ê gulana 1993ê da, komeka roşenbîr û xemxorên civaka êzidî bi armancî parastinê û pêşvebrina kelepoûr û nasnama êzidîyan, Bingehê Lalişê yê Roşenbîrî û Komelayetî damezirand. Ev damezrawê buyîye çirayekî bo ronahîkrina rêka parastinê û geşepêdana çanda êzidîyan ya dewlemend û dêrîn.
Bingehê Lalişê, wek navê wî ji pîroztirîn jihê êzidîyan hatîye wergirtin, bi dirêjahîya salên xo yên xizmetê, buyîye senterek serekî bo belavkrinê û parastina keltûr, huner, û kelepoûrê êzidîyan. Di demekî da ku civaka me bi gelek qonaghên dijwar da derbaz buyî, bingehê wek qelayeka parastina nasnama me ya neteweyî û olî xizmet kirîye.
Bi piştevanyia berdeawama hukumetahêrêma Kurdistanê, Bingehê Lalişê şiyaye xebata xo ya roşenbîrî û komelayetî berdeawam biket û gelek destkeftên girng bi dest bînît. Ev piştevanyîyê buye hôkarek serekî ku bingehê bişêt prôjên xo yên girng cihbecî biket û rolek karîger di parastinê û geşepêdana çanda êzidîyan da bilîzit.
Ji damezrandina xo heta niho, Bingehê Lalişê bi berdeawamî di xizmeta pêşvebrinê û parastina çanda êzidîyan da ye. Di rêka vê peyirewê da, em dê berdeawam bin li ser vê rêbazê, bi armancî parastinê û geşepêdana keltûra êzidîyan û pêşvebirina civaka me ya hevçerx.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: کوردی Kurdî العربية